Leyla Zana serdana serokê Kurdistanê kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Leyla Zana serdana serokê Kurdistanê kir

von Azadiyakurdistan am 23.09.2010 01:56



Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajêrê Selaheddîn, pê$wazîya siyasetmedara kurd Leyla Zana û $andeya pê re kir. $andeya ku bi Leyla Zana re ye, bi navê grûpa jinên a$tîxwazên Kurdistanê ye û di vê hevdîtinê de, behsa rew$a jinên Kurdistanê û amadekarîyên ji bo sazdana konfernesa neteweyî ya jinên Kurdistanê hat kirin. Di evê dîdarê de, behsa bername û armancên vê konferensê jî hat kirin.

Hêjayî gotinê ye Konferensa jinên kurd ê di meha yekem a sala 2011 de li Hewlêrê bê li darxistin.

Barzanî bi xêrhatina Leyla Zana û Grupa jinên Kurdistanê yê a$tiyê kir û destxweşiyê li wê hewldana afretên Kurdistanê kir û bi karekî pîroz danî û balki$and li ser xebata afretên Kurdistanê yê li tevgera rizgarîxwaza Kurd, her li dema berxwedana mafên gelê Kurdistanê heta digihe perwerdekirina zarok ya bi ruhekî neteweyî.

Barzanî têkez kir ku divê peyam peyama a$tîyê be û got "ku heger di jîyana her milletekî de pêngavên aqilane bihên avêtin, dê serkevtin bi dest xistin.

Barzanî got "mafê gelê kurd e ku mafên xwe bi dest ve bihîne, lê divê ev bi rêya a$tîyê û dûrî dijwarîyan ev mafan bên bidestxistin. Serdema dijwarîyê nemaye û dîrokê jî daye xuyakirin, ku pirsa kurd bi hêzê nahê çareserkirin. Ez daxwazê ji hemû alîyan dikim, ku pi$tevanîya peyama a$tîyê bikin. Gerek hemû alî jî, yekrêzîya nav mala kurd biparêzin. Rast e cudayîya ramanê û hizirê di navbera me de heye, Lê gerek em di astê berjewendîyên neteweyî de dûrî partîyan bin.


Di dawîya hevdîtinê de Mesûd Barzanî hêvî kir, ku gelê Kurdistanê û gelên din yên vê deverê di nava a$tîyê de bijîn û pirs û arî$eyên xwe jî bi rêya diyalogê çareser bikin. Barzanî got ne siyaseta girêdana bi zorê û ne jî siyaseta cudabûna bi zorê serkevtî bûye û daxwaz kir, ku pirs a$tîyane bên çareserkirin.

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum