Axaftina Serokê Kurdistanê Barzanî di Kongreya Roma de

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Axaftina Serokê Kurdistanê Barzanî di Kongreya Roma de

von Kurdewari am 03.10.2010 11:44

Axaftina Serokê Kurdistanê Barzanî di Kongreya Roma de

02 Cotmeh 2010 shemî Saat 00:01




Avestakurd- Serokê Kurdistanê di Kongreya Hevpeymanên Demokrat de li Roma axaftinek kir, li jêr em temamiya axaftinê diweshînin:

Xushk û birayan

Cihê xweshhaliya mine ku îro em li gel hevalên xwe yên demokrat pêkvene.

Gelek car wê yekê dibihîsim ku tu bihayekî gerdûnî tûne û rûnishtvanên cîhanê li ser cûdahî, hêla kulturî, nîjadî û olan da bi cureyek dabesh bûn ku dozîna van xalên hevbesh mehal bê.

Bi sedema dîroka dirêja dîktatoriyet û mergesat û gengeshayan ve gelek car Iraq, wekî yek ji mînakê herî diyarên wan cûdahiyan tê axaftin ku ashtîvanî têda nayê holê. Lê belê ez îro li ber we radigihînim ku eve ne raste.

Eve jî ku dibêjim, wekî kesek dibêjim ku ez bi xwe shahidê reştirîn aliyê sherangêzî û shahidê nûçeyên hewldanên nehishtina gelê xwe bûm û shahidê wan hemû wêrankariyanim ku li ser gelek gundên Kurdistanê da hatine û shahidê wan qetliyamanim ku li ser jin û zarokên me da hatin ku li gorên bi kom da bi zîndî hatin binaxkirin.

Dikarim ji bo we bibêjim ku me hemûyan pêkve komek biha û nirxên xwe yên hevbesh heye: wekî, hêviya me ku bikarîn bi shevan li nav malên xwe de bi aramî û dilniyayî bixewîn, em dixwazin mafên zarokên me parastî bin û pasharoja wan mîsoger bê, bi sedema nav û ol û nêrînên siyasî û cihê li dayikbûnê ve sîtembar nebin û daxwaza me ewe ku ew derfetên me hebê ku dayik û bavên me nebuye û bikarîn wê derfetê ji bo zarokên xwe jî peyda bikîn.

Pirsiyara serekî li vir da ewe divê, ku çawa hewldana pêkanîna wan nirx û bihayan bidîn û li civakê de desteber bikîn, pendekî kûr heye ku balê dikshîne li ser wan naverokên demokrasiyê ku li xwe digrê, ew pende dibêje: (Kesek nikarê hest bi aramiyê bike, eger kesekî din metirsî li ser bê), ku wate divê em asayîsh û aramiyê ji bo hemûyan desteber bikîn, asayîsh û aramî bêyî hebûna azadî û demokrasiyê, bi bêyî hebûna kar ji bo hilbijartina serkirdeyên me û lêpirsîna wan bi tu wateyekî namîne.

Ev cure destnîshankirin herdem li krokiya xebat û têkoshîna Kurd da buye û niha jî sebaret pasharoja Iraqê xwe li nêrîna me da berceste kiriye, ji ber wê sedemê jî buye ku me xebatekî sext li Iraqê da kiriye ku yasa têda serwer bê û sazan û nermî niwandin hebê ku li desturê da hatibe çespandin, em jî li rêya ezmûnên xwe ve wê yekê dikîn ku her cure tevgerek bi aqara eqliyeta aliyê serketiyan serkeftî dibê sedema naneweya karesat û nehameta neku bi tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belku ji bo tevahiya Iraq, her wiha em ne li gel wan hemû biryarane ku li welat da têne dayîn, lê belê divê fêrî wê yekê bibîn ku çawa rêz li mafên gel bigrîn ku serkirde û berpirsên xwe hildibjêrê û çawa dixwazê pêkhatên xwe li çarçêweya federaliyê da, bi pêkhatên din ve girê bide.

Hinek hene li ser wê biha û nirxan li gel me raya xwe yê cûda hene, renge ew bi sedema nezanînê ve bê, an tîhnbûna desthilatê, an jî ji ber tirsa gûhertinê bê û dibe ku her li xwediyê sherangêziyê ve bê, ew hez dikin Iraqê rakêshin dema berê, lê belê ez bawer nakim xelkê Iraqê wê daxwaza serkirdeyan dixwaze û wekî wan hizir dike, xelkê Iraqê dixwazê damezrawên ewlehiyê pêwendiyeke bi hêz li navbera xwe û xelk da bîne holê û girêdayî bi mafên mirovan ve bîn, neku wan mafên wan binpê bikîn, xelkê Iraqê ji dil dixwaze dawiya teror û tundrewiyê bê, ji ber ku teror dibê sedema anîna cûdakarî û veqetandina civakê û derfetên geshbûnê jî li ber dibe.

Em rê bi wan kesan nadîn ku astengiyê bixin rêya proseya siyasiyê ve, ji bilî wê jî pêwîste berdewam bîn li ser binyatnana pira baweriya di navbera pêkhatan, eve jî bi bihêz kirina damezrawan û girêdayîbûna bi serwerî û hukma yasayê tê holê.

Divê gelek bi ronahî wê yekê bixin rû ku kemîneyên li nav civaka me hest bi aramiyê bikin û em neku tenê mafê hebûna wan diparêzîn, belku wan derfetan jî ji bo wan direxsênîn ku pêshbikevin.

Eve jî bi wê wateyê tê ku pêwîste hemû kes li Iraqê mafê xwe hebê biryar li awa û pêkhatê hukimraniyê bide.

Divê rê li wan hewlan bigrîn ku dibine sedema anîna her awayê mekanîzmeke nav proseya siyasî ku îhmalkirina her pêkhatek li pêkhatên Iraqî lê bikevê.

Her wiha ji ber wê yekê jî buye ku ez herdem amadebûm û amademe li gel her alî û grupeke li nav parlemena Iraqê da kar bikim ku girêdayî bi bihayên me bin û rêz lê bigrin, em bi tevahî amadene beshdarî li her Hikûmetek da bikîn li Bexda ku girêdayî desturê bê û bi tewafiqiya hemû grupan ve girêdayî bê, li dawiyê jî da ev siyaseta me pêwiste bi girêdayîbûneke nûnertî û tevahî bi azadî û demokratî û serweriya yasayê neku bi cureya siyasetekî diyarîkirî an kesekî diyarîkirî. Her wiha ne pêwiste bi rol an bi pêkhata îdariyan ve an bi wê yekê ku kî dibê Serok Wezîr, ev siyaset jî daxwaz û niyetên Hikûmeta me derdixe, em têkoshînekî gelek sext kiriye û çendîn car li berê bi çavê xwe encama wê ya li ser wê bihaya nûneratiyê dîtiye.

Herêma Kurdistanê li sala (1991)ê ve rêya berev demokrasiyê li ber xwe girt, Iraq jî li sala (2003 )ê ve bi vê rêyê pêwist buye û xelkê me ji bo pashve venagerê, em nikarin dev ji vê xesleta nûneratiya dewletê bikîn, eger her dema ku pêwîst be hêla sor bike, bi dilniyayiyê ve divê xwediyê wê babetê hêla sor bê ku sirushta dewleta Iraqe.

Li Herêma Kurdistanê me rêyekî bash li damezrandina dam û dezgehên demokratiyan de li pisht xwe hishtiye, me kariye geşbûneke diyar li aboriya xwe de pêkbînin, me bi dûbare dest bi binyadnana bingeha aboriyê kir, me karî mafê kemîneyan û pêkhatê oliyên cûda cûda biparêzîn û bi zimanê zikmakiyê xwe bixwînin û me dest bi projeyek kiriye ku eshkereyî û shefafiyet berpirsiyariya dam û dezgehan ji bo hemwelatiyan zêdetir bike, me karî yasayekî wiha ya veberhênanê derbixîn ku bala gelek li cemserên karsaz û bazirganên cîhanê bi aliyê xwe ve rabikêshê, hê jî em li destpêka qonaxa dûbare rêxistina civaka xwe ne.

Nêzîkî (100) sale, em bêbeshî li beshdarbûna hukimraniya xwe de bûn, me li ruyê kultûrî ve pêwîstiyekî zêde heye ku demokratên din jî hevkariya me bikin li ruyê ezmûn û pîsporiya teknîkî ve ji bo pêshxistina kiryara mirov û dam û dezgehên me.

Pishtî dehan salên bindestiya hukma dewletekî ne demokratîk da, em bi navê ji bo hemwelatiyan peyda kirina derfeta kertê taybet têdikoşîn, neku tenê ji bo geşbûna aborî, belku ji bo rexsandina derfetekî wiha ku hemwelatiyên me ji Hikûmetê de serbixwe bê.

Rêyekî dûr û dirêj li pêshiya me ye ji bo pêçandina êsha wê tundutîjî û nehametiyên ku berê li ser me de hatin, heta niha jî li Helepçe, bi sedema bikarhatina çekên kîmyawî ve, zarokên me ne bi tevahî û tendirustî ji dayik dibin, li seranserê welat hê jî gelek kes hene ku li jêr bandora wê bûyera xerab bi derûnî û bedenî ve li gel wan nexweshiyan dijîn ku bi wan sedemên salên dîktatoriyet û tûndutîjiyê tûsh bûbûn.

Civaka me li destpêka rê û proseyekî demdireja ashtîvaniyê daye, lê belê em li ser wê proseyê bi biryarîn, dikarîn li ser dema berê ya bi xwînî da zal bîn, ku êdî em ji destê dewleta xwe ve nebin qurbanî.

Ez serbilindim ku îro beshdarî li vê civîna gishtî ya hevpeymaniya demokratên cîhanî dikim. Me rêyekî dûr û trajîdiyê dît ku heta em gihiştin vê rojê, lê belê zehmetî û nerehetiyên xebata me, rojane girîngiya wê xebata me bi bîr tînin.

Li dawiyê de, ji bo vê vexwendinê spasiyên xwe pêshkêsh dikim.

Spas dikim ji bo vê derfetê û daxwaz ji we dikim ji bo damezrandin û bi hêzkirina pêwendiya li gel Herêma Kurdistanê hevkar û pishtevanê me bin, birastî sherefeke ji bo min ku îro ez li gel we me. Bila em hemû pêkve kar bikîn ji bo wê roja ku têda sindoqên dengdanê li hemû cîhek bibin take serkeftina li ser hemû tishtan da. KRP

AvestaKurd

Antworten

« zurück zum Forum