Osman ji Erdogan û Esad re got: Mafên Kurdan bidin û daxîlî karên navxwe ya Iraqê nebin!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Osman ji Erdogan û Esad re got: Mafên Kurdan bidin û daxîlî karên navxwe ya Iraqê nebin!

von Kurdewari am 17.10.2010 17:35

Ev gotinên Mehmûd Osman gelekê bi wate ne. Wate wê ewe ku bila himberî Kurdan ne meshin. Bi rastî gotinên Mehmûd Osman pîroz dikim.

Mehmûd Osman yek ji wan siyasetmedarane ku ez gelekî ji wan hez dikim. Gotînên wî di cih dene û herdemî ji bo Kurden xebatê dikê. Belê ew Kurde, lê li Bexda yê sebixwe ye.

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Osman ji Erdogan û Esad re got: Mafên Kurdan bidin û daxîlî karên navxwe ya Iraqê nebin!

von Azadiyakurdistan am 17.10.2010 15:30

Parlementer Mehmûd Osman da diyarkirin ku, bila Serokê Sûryeyê Be$ar Esed û Serokê Hikumeta Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan mafên Kurdan bidinê û destê xwe ji nava kar û barên Îraqê biki$înin.



Mehmûd Osman got: bila Be$ar Esed û Erdogan wekhevî û dadweriya li welatên xwe û li gel hemwelatiyên xwe pêkbînin, ne ku dest biavêjin nav kar û barê Îraqê. Bila ew destpêkê a$tiyek demokrasiyek bêxin nava welatên xwe.

Di kongreya ku Be$ar Esed û Erdogan hevpar dirust kirî de, dan diyar kirin ku, ew pi$tgiriya hikumeta netewî li Îraqê nakin. Her wiha li ser van gotinan Mehmûd Osman da zanîn ku, Îraq ji gelên cûda cûda pêktê, gelê Îraqê vê yekê napejirîne.

Pi$tî ku rejima berê rûxiya em berbi demokrasiyê ve diçin. Di hilbijartinên Îraqê de jî derket ku ew bi yek partiyê hikumetê ava nakin û ew wê yeketiya wan bê çêkirin. Demê bi rêvebirina yek partiyê qediya.

Osman, beriya her ti$tî bila Be$ar Esed û Erdogan a$tî û wekheviyê bînin welatên xwe, ya herî ba$ eve. Pêwîste ev her du welat mafên Kurdan bidinê. Bila dest ji cûdakarî û çewisandina li ser gelê Kurd berdin. Ev çend salin ku gelê Kurd li wan welatan jiber sîstema zordariyê ê$an diki$înin..

Hawarnet.net

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 18.10.2010 02:54.

« zurück zum Forum