Goran bi resmî xwe ji hevbendiya kurdan vekêsha

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Goran bi resmî xwe ji hevbendiya kurdan vekêsha

von Kurdewari am 30.10.2010 11:25

Goran bi resmî xwe ji hevbendiya kurdan vekêsha



Hewlêr, 30 Cotmeh (AKnews)- Bizava Goranê bi resmî ragihand ku xwe ji shandeya Hevbendiya Grûbên Kurdistanî ya li Bexdayê vekêshiyaye.

goran logoBizava Goranê, duhî êvarê, di daxuyaniyeke nivîskî de da xuyakirin, ji ber ku desthilatê bernameya wê ya reformê bi cih neaniye, bêbaweriya di navbera hêzên siyasî de kûrtir kiriye û Hevbendiya Grûbên Kurdistanî ji bo armanc û destkeftên xwe yên hizbî bi kar aniye, ew neçar mane ji hevbendiya kurdan vekêshin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Emê hewlên xwe yên ji bo parastina maf û daxwazên gelê me, bicihkirina demokrasî û prensibên shirîkatiyê kurdan di hukimraniya Iraqê de bidomînin.”

Endamê shandeya Hevbendiya Grûbên Kurdistanê yê ser bi Bizava Goranê Azad Çalak li ser vê biryarê ji AKnewsê re got, “Desthilatê guh neda daxwazên ku me berê pêshkêshî wê kiribûn. Bo nimûne mijara nanbirînê an jî cezayê siyasî, heta niha jî zêdetir ji 500 kes nehatiye ser karê xwe ku ji ber ku di hilbijartinan de deng dabûn Goranê, ji kar hatibûn dûrxistin.”

Yek ji endamê shandeya Hevbendiya Grûbên Kurdistanê yê ser bi Bizava Goranê Shoresh Hacî jî li ser heman mijarê ji AKnewsê re got, “Me biryara xwe daye, emê ji hevbendiya kurdan vekêşin û bi cihê digel hêzên iraqî dest bi gotûbêjan bikin. Em ti tawîzan ji mafên kurdan nadin.”

Hacî got, “Sedema vekêshîna me, bicihneanîna daxwazên me bû ku 2 meh berê me pêshkêshî parlamento, serokatiya hikûmet û serokatiya herêmê kiribû.Bê guman biryara me dê tesîrê li ser gotûbêjên li Bexdayê bike. Lê me biryara hevpeymaniyê digel çi hêzekê nedaye. Emê li ser daxwazên kurdan digel hêzên iraqî gotûbêj bikin. Çimkî em parêzerê mafê xelkê herêma Kurdistanê ne.”

Bizava Goranê ya bi serokatiya Newshîrwan Mistefa li dawiya 2006ê ji ber çend pirsgirêkên navxwe yên YNKê ya bi serokatiya Celal Talebanî ji wê partiyê cihê bû û li 25ê tîrmehê 2009ê beşdarî hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê bû û ji 111 kursiyên di nav parlamentoya Kurdistanê 25 kursî bi dest xistin. Di hilbijartina parlamentoya Iraqê de jî 8 kursî bi dest xistin.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum