Abdullah Gül: Bila agirbest mayînde be

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Abdullah Gül: Bila agirbest mayînde be

von GulaKurdistane am 02.11.2010 15:44

Hewlêr, 2 Mijdar (AKnews) – Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, derbarê biryara “bêçalaktiya” PKKê de got, “Hêvîdar im êek bêne danîn, agirbest bêdem û mayinde be.”

Li gorî nûçeya CHAyê, Serokomar Gul, ji bo vekirina sala akademîk a Zanîngeha Korkut Ata çû Osmaniyê û waliyê vî bajarî Celalettin Cerrah ziyaret kir û li vir pirsên rojnamevanan bersivandin.

Serokomar Gul, derbarê biryara “bêçalaktiya” PKKê de ku heta pi$tî hilbijartîna 2011ê ya meha Hezîranê hate dirêjkirin got, “Hêvîdar im çek bêne danîn û bêçalaktî bêdem be û ji vê xeletiyê vegerin.”

Gul weha pê de çû, “Diviya her kes li dijî terorê bi hevgirî raweste.”

- Serokê TBMMê: Bi PKKê re muzakere çênebû

Serokê TBMMê Mehmet Alî $ahin ê ku ji bo civînekê li Trabzonê ye, derbarê mijarê de wiha got, “Ne dewletê ne jî ji hikûmetê tu kesî, tu demê bi rêxistina terorê re tu muzakere pêk neanîne.”

Serokê MHPê Devlet Bahçeli jî derbarê biryara bêçalaktiyê ya PKKê de îdia kir ku lîsteya sepandinê li hihûmetê hate raberkirin.


AKnews)

Antworten

« zurück zum Forum