Ji Başûrê Kurdistanê piştgiriya perwerdeya Kurdî

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Ji Başûrê Kurdistanê piştgiriya perwerdeya Kurdî

von Kurdewari am 06.11.2010 12:07

Ji Bashûrê Kurdistanê pishtgiriya perwerdeya Kurdî
HEWLÊR - Pishtî pishtgiriya bi perwerdeya bi kurdî re li Bakurê Kurdistanê, hewldana kampanyaya li BaÅŸûrê Kurdistanê vê carê berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê. Însîyatîfa ku hejmarek kesayetiyên siyasî û rêxistinên civakî yên li Bashûrê Kurdistanê pêk tê, daxwaza vekirina dibistanên bi kurdî li Rojhilatê Kurdistanê jî kirin.

Bi armanca vekirina dibistanên bi zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan nivîskar, rewÅŸenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl, endamên parlementer, partiyên siyasî û hukumeta Bashûrê Kurdistanê bangek hevbesh kirin.

Di vê derbarê de selam Ebdulah birêvebirê kampanyayê di daxuyaniyê de radigihîne ku " Vekirina dibistanên bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e û hê jî gelê me ji vî mafî bêpar e.

Herwiha îsharet bi wê têkirin ku rast e, kushtin, zindanîkirina siyasiyan, bêkarî, hejarî, binpêkirina mafê jinan û fishara li ser gelên cuda berdewam, zordariya eskeran, madeyên hishbir û xwekuÅŸtin navnîshana komara îslamî ya Îranê ne, lê xebata sivîl di pêngava bi destxistina mafê mirovan de xwedî roleke gelek girîng e û zemîneke gelek baÅŸ çêdike ji bo berfirehkirina daxwazên beshên din ên civakî.

Selam di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje; Wek mirovek ku ji mafê xwe yê herî bingehîn hatiye bêparhishtin, bila li bajarên wek Mehabad, Sine, Bane, Kirmashan, Shino, Neghede û hemû bajar, bajarok û gundên xwe, em bi armanca nehishtina hemû cure zordariyan, bi awayekî pir basît ji xwe destpêbikin û bi awayekî medenî û ashtiyane, pêshengiya damezrandina dibistanên kurdî bikin.

ANF

Antworten Zuletzt bearbeitet am 06.11.2010 12:09.

« zurück zum Forum