Demîrtaş û Kişanak bi Barzanî re hevdîtin pêk anî

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Demîrtaş û Kişanak bi Barzanî re hevdîtin pêk anî

von Kurdewari am 06.11.2010 12:16

Demîrtash û Kishanak bi Barzanî re hevdîtin pêk anî

HEWLÊR - SHanda BDP’ê ya ji Hevserokan Salehattîn Demirtash û Gultan Kishanak û Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Bengî Yildiz pêk dihat, di çarçoveya serdana xwe ya Herêma Kurdistanê hevdîtin bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî re pêk anî. Hat zanîn ku, di hevdîtinê de çareseriya pirsgirêka Kurd, pêvajoya bêçalaktî, konferansa Netewî û vekirina bîroya BDP’ê hatin gotûbêjkirin.

Hevserokên BDP’ê Salehattîn Demirtash, Gultan Kishanak û Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Bengî Yildiz, çarçoveya serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê de îro demjimêr 10.00’an de navçeya Mesîf (Selehedîn) ya Hewlêrê bi qasî demjimêrekê hevdîtinek bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî re pêk anîn. Hat zanîn ku di hevdîtinê de çareseriya pirsgirêka Kurd, dirêjkirina biryara bêçalaktî, Konferansa Netewî ya Kurdan û vekirina Bîroya BDP’ê ya Hewlêrê hatin gotûbêjkirin. Hevserokê BDP’ê di hevdîtinê de diyar kir ku ew ji daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî yên heta niha razî û xwest ji bo pêkhatina ashitî û çareseriya pirsgirêka Kurd hewldanên zêdetir bidin meshandin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî da diyarkirin ku ew ji vê pêvajoyê razî ne û got; “Em di wê baweriyê dene wê pirsgirêka Kurd bi riyên ashitiyane û diyalogan bê çareserkirin. Ji bo vê tişta ku bikeve ser milê me emê bikin” .

‘KURD JI HER DEMÊ ZÊDETIR NÊZÎKÊ HEVIN’

Barzanî derbarê konferansa Netewî ya Kurdan de jî da diyarkirin ku, Kurd ji her demê zêdetir nêzîkê hev in û got; “Ji vê yekê tishta ku ji destê me were emê bikin. Hêvîdarîn ku di demek nêzîk de pêk bê.”

KISHANAK DERBARÊ KONFERANSA JINAN DE AGAHÎ DAN

Her wiha Hevseroka BDP’ê Gultan Kishanak jî derbarê Konferansa Jinên Kurd de agahî dan. Hat zanîn ku, Barzanî û Sincarî bi awayek erênî kar û xebatên jinên pêşwazî kirin.

Mijarek din ya hevdîtinê vekirina bîroya BDP’ê ya li Hewlêrê bû. Rayedarên Herêma Kurdistanê dan diyarkirin ku, wê di demek nêzîk de bîro bê vekirin. Li gorî agahiyên hatine dayîn wê bîro ji beriya sersalê bê vekirin.

ANF

Antworten

« zurück zum Forum