‘zimanê nayê zanîn’ bi kurdî hat protestokirin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

‘zimanê nayê zanîn’ bi kurdî hat protestokirin

von GulaKurdistane am 09.11.2010 17:34

Enqere, 9 Mijdar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê Grûba Parlamentoyê ya Partiya A$tî û Demokrasiyê (BDP) Bengî Yildiz, bi kurdî axivî û gotina “zimanê nayê zanîn” a ku dadger di doza KCKê de ji bo zimanê kurdî bikar biribû, protesto kir.

Bengi Yildiz, di destpêka civîna Grûba Parlamentoyê ya BDPê de bi krudî axivî û bi bîr xist ku li Diyarbekirê, di doza KCKê de, parastina bi kurdî hatiye astengkirin. Yildiz, bal ki$and ser peymana Lozanê û diyar kir, di Lozanê de ku peymana avabûna Tirkiyeyê ye, hatiye destnî$ankirin ku hemû gelên ku di Tirkiyeyê de dijîn, dikarin di dadgeh, bazirganî û çapemeniyê de zimanê xwe bikar bînin, lê vê gavê, di dadgehê de ev peyman tê binpêkirin.

Yildiz, her wiha bikarbirina peyva “zimanê nayê zanîn” ji bo zimanê kurdî ji aliyê dadgerê dadgehê ve, rexne kir û Ferhega Tirkî-Kurdî rakir û wiha got, “Kî bixwaze em dikarin jê re ferhengeke Tirkî- Kurdî bi$înin.”

Yildiz, axaftina Serokwezîr Erdogan a “75 parlamenterên me yên kurd hene, em jî nûnertiya kurdan dikin” bi bîr xist û got, “Tu parlamenterekî AKPê, li hember ‘zimanê nayê zanîn’ nerazîbûna xwe nî$an neda. Ev, $ermeke mezin e ji bo wan.”

Hevseroka BDPê Gultan Ki$anak jî, di civînê de, derbarê serdana xwe bo Herêma Kurdistanê ji bo vekirina nivîsîngeha partiyê li Hewlêrê agahî da û diyar kir, di meha pê$ me de, dê nivîsîngeh bê vekirin.

Ki$anak, da zanîn, berdewambûna pêvajoya bêçalaktiyê ya ku ji aliyê PKKê ve hatiye ragihandin, girêdayî helwesta hikûmetê ye û wiha axivî, “Hikûmeta AKPê, 8 sal ji dest da, em hêvîdar in van 8 mehan jî, ji dest nede.”

AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 09.11.2010 18:04.

« zurück zum Forum