Demekê ji Mistefa Barzanî re digotin: “Tu çima şerê Seddamî dikî...

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


APOcalpto

37, Männlich

  Einsteiger/in

Beiträge: 104

Re: Demekê ji Mistefa Barzanî re digotin: “Tu çima şerê Seddamî dikî...

von APOcalpto am 10.10.2011 15:14

ne kurze übersetzung ins deutsche wäre sehr nett, sonst versteh ich nur bahnhof =)

Antworten

Zagros
Gelöschter Benutzer

Demekê ji Mistefa Barzanî re digotin: “Tu çima şerê Seddamî dikî...

von Zagros am 10.10.2011 14:58

"Carna xeber (çêr) xêr in" Gotina pêşiyan.

Ax û sed ax! Demekê hinekan digotin serok Mela Mistefa Barzanî: "Tu çima şerê Seddamî dikî, sera te zordestiyê li me dike. Ger tu nebî Seddam tiştekê li me nake, jiyana me dê xweş bibe...".

Gelek nivîskar, siyasetmedar û rêveberên kurdan hene ku her dibêjin "Çima PKK'yê dest bi şerî kir?". Beriya gotinên xwe yên bi vî rengî wiha dest pê dikin: "Rewş baş dibû, ber bi başiyê ve diherikî, dewletê xwe nerm dikir û gavên baş diavêtin (...)".

Lê ji pêdandina (tespîta) xelet rastî peyda nabe.

Yên ku wûsa dibêjin xwe wekî rewşenbîr didin nasandin. Ango mijar û rojevê ji herkesê baştir dizanin û çêtir şîrove dikin. Bi vê zîrekiya xwe dê rêya me rohnî bikin.

Ji xwe re dibêjin siyasetmedar. Ango ew qas fama û serkeftî ne ku rêya rasttirîn û baştirîn şanî cîvakê didin û dê me ber bi azadî û xweşiyê ve biherikînin.

Ji xwe re dibêjin rêber-rêveber. Ango ew qas kêrhatî û fama ne ku encax ew dikarin pêşengiya gelê xwe, cîvaka xwe bikin.

Lê mirovên ewqas fama, ma nabînin ku PKK agirtbes daxûyand, şer rawestand lê dîsa jî dewletê ji 50'yan pirtir gerîlayên neçalak kuştin. Madem tu li pêş cîvatekê hizrên xwe dibêjî, li ser rojnameyan dinivîsî û rê şanî me didî, divê tu vê bizanî. Heger bizanî û nebêjî, veşêrî ji yên wek te re dibêjin çi? Heger tu nizanî û dibêjî, dinivêsî em çi bibêjîn te?

Gelo çima ew kes naxazin heqîqetê bibînin?

Belê PKK şer rawestand lê dewletê bi sedan siyasetmedarên hilbijartî avêtin girtigehan. Jiyana wan tarî kir. Ew girtigehên AKP çêkirine. Yên taybet ji bo kurdan. Odeyên tenê 1, 2 an jî 3 kes lê diminînin. Hinek 6 sal, hinek 12 sal hinek heya dawiya temenê xwe. Nexweş dibin derman nakin. Kurdî ji wan re qedexe dikin... Ew kesên dest neavêtine çekan in. Tenê hizra xwe gotine, pêşniyariya bê şer û sivîl pêşkêş kirine.

Yên ku di destpêkirina vî şerî de PKK'yê wekî gunehkar şanî didin, ji we re dibêjim: "Pe înaşlleh heman tişt bi serê we û malbata we bê. Da ku hûn jî ji zordestiya AKP tam bikin. Da ku hûn jî PKK baş fam bikin". Li bajaran, li xaniyên xweş û lûks kêf kêfa wan e. Û ji wir tenê dibêjin. Heger hûn şêr in werin nav cîvaka xwe bipêjin, tam bikin şûrê Akp'yê.

Gelo çima ew kes naxazin heqîqetê bibînin?

Di rawestandina vî şerî de dewletê bi dehan zaroyên bêguneh kuştin û girtin. Ji bo salên ji rêzê der dirêj ciza kirin.

Gelo çima ew kes naxazin heqîqetê bînin?

Heger ne ji ehmeqiyê be kesê piçekê baş berê xwe bide rojevê dê bibîne ku dewletê-AKP dest bi şerî kir ne PKK.

Heger kurdek ne xişîm be hema piçekê lê binêre dê bibîne, da ku kurd negihin mafên xwe yên neteweyî dewlet êrîşê dibe ser PKK. PKK tenê xwe diparêze.

Ma kî nizane ku PKK got: "Heger mafên kurdan ên bingehîn, mirovane bên dayîn, em amade ne ji bo çekdanînê (...)". Ma kî ehmeq nizane ku PKK li aşitiya bi rûmet digere, şerî naxwaze.

Didibêjin "Bila PKK çekan deyne, dewlet dê paşê bihizre ka dê hinek mafan bide yan na (...)". Ê baş e, ew bi xwe xişîm in, ma dibe ku PKK'yê wek xwe bibînin!? Ma bê şert û merc çekdanîn ne teslîmiyet e!?

Ax ax! Demekê hinekan digotin serok Mela Mistefa Barzanî: "Tu çima şerê Seddamî dikî, ji ber te zordestiyê li me dike. Ger tu nebî Sedam tiştekê li me nake, jiyana me dê xweş bibe ...". Dem derbaz bû, roj hat. Yên wiha gotine serok Mela Mistefa Barzanî îro bi xêra wî nanekê bi rûmet dixwin, azad û serbilind dijîn.

Belê dîrok dubare dike. Yên duh wer gotine Serok Barzanî îro heman tiştê dibêjin Serok Apo û PKK...

NûKurd

Antworten

« zurück zum Forum