Vorsitzender vom Kurdischen Nationalrat: Wir haben International die Rechte der Kurden in Syrien garantiert.

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


APOcalpto

37, Männlich

  Einsteiger/in

Beiträge: 104

Re: Vorsitzender vom Kurdischen Nationalrat: Wir haben International die Rechte der Kurden in Syrien garantiert.

von APOcalpto am 10.02.2012 15:34

jaja genau wie damals nach dem sevres vertrag :)
und Wieso müssen wir vorher USA co. fragen?

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Vorsitzender vom Kurdischen Nationalrat: Wir haben International die Rechte der Kurden in Syrien garantiert.

von Azadiyakurdistan am 10.02.2012 01:21



Dr. Abdulhakim Beshar, der Vorsitzender des Kurdischen Nationalrates: Wir haben auf Internationaler Ebene die Rechte der Kurden in Syrien garantiert. Damit die Kurden in Westkurdistan (Syrien) nach dem Sturz des Regimes ihre Rechte bekommen haben wir Garantien von USA, FRankreich und England bekommen.

Serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Ebdulhekîm Beşar, ragihand ku ji bo bidestxistina mafên Kurdan piştî nemana rejîma Beşar Esed li Sûriyê, wan garantî ji Amerîka, Brîtanya û Fransayê standine.

Ebdulhekîm Beşar derbarê avakirina eniyeke nîştimanî ligel Civata Nîştimanî ya Sûriyê jî, ku Burhan Xelyûn serokatiya wê dike, got ku avakirina vê eniyê "tenê li ser yek xalê maye, ew jî qebûlkirina mafê biryardayîna çarenivîsê ye ji bo Kurdên Sûriyê ku em dixwazin ev maf li gor peyman û lihevhatinên navnetewî be. Lê wan gotin ku ew ne ligel vê xalê ne."

Ebdulhekîm Beşar derbarê hewldanên wan bo nasandina Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê, ku di 26ê Cotmeha 2011ê de li Qamişloyê hat avakirin, amaje da wê yekê ku ew bo gotûbêjê bi şêweyekî fermî ji aliyê Wezareta Derve ya Brîtanyayê hatibûn vexwendin. Piştre wan serdana Fransayê jî kirin û di meha borî de ligel nûnerê Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî dîdar û hevdîtin pêk anîn.

Ebdulhekîm Beşar derbarê serdana şanda ENKS bo Brîtanyayê jî got ku "berpirsên Wezareta Derve ya Brîtanyayê, ji bilî şêwirî û lihevguhertina bîrûboçûnan, gotin jî ku ew piştevaniya xwestekên Kurdan dikin û hewl didin Encûmena Nîştimanî ya Kurdî û Civata Nîştimanî ya Sûrî yekbixin."

Wek Ebdulhekîm Beşar got, berpirsên Brîtanyayê ji şanda wan re gotin ku opozisyona erebî ya Sûriyê ji daxwaza Kurdan a derbarê mafê biryardana çarenivîsê ditirsin û got "me di vê bareyê de danûstanên fereh ligel berpirsên Wezareta Derve ya Brîtanyayê pêk anîn. Me jî got ku tirsa me jî ji Ereban heye ku ew bêtirîne û mimkune di dahatûyê de mafên me binpê bikin. Lê wan gotin eger piştî rûxiyana rejîma Beşar Esed dewleteke totalîter ava bibe, em ê vê dewletê bixin bin goşarê heta ku mafên Kurd û Xiristiyanan bide."

"Meseleya kurdî li Sûriyê meseleyeke stratejîk e."

Ebdulhekîm Beşar derbarê helwesta Fransayê jî got "berpirsên fransî bêtir girîngiyê didin dosyeya kurdî. Me li wir Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Fransayê dît, ji bilî berpirsê dosyeya Lubnan û Sûriyê li vê wezaretê. Wan ji me re gotin ku bo me meseleya kurdî li Sûriyê meseleyeke stratejîk e."

Ebdulhekîm Beşar herwiha behsa helwesta Amerîkayê jî kir derbarê Pirsgirêka Kurd li Sûriyê û got "em ligel Fred Hofman yê Şêwirmendê Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton bo meseleya Sûriyê axivîn. Hofman gote me eger hikûmeta piştî Esed mafên Kurdan li Sûriyê nedin, ev hikûmet wê di bin dorpêça aborî û siyasî ya Amerîkayê de bimîne, heta van mafan bide."

Ebdulhekîm Beşar herwiha got "Şêwirmendê Clinton ji me xwest ku em şandeke Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî bibînin, da bi hevbeşî ligel Brîtanya û Fransayê civînekê saz bikin, ji bo bêtir naskirina nerîna me ya derbarê Sûriya piştî Esed de. Lê ev civîn hêşta pêk nehatiye."

NÛKURD - Hîvîdar Ehmed - Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 10.02.2012 01:22.

« zurück zum Forum