Angelina Jolie besucht morgen die syrischkurdischen Flüchtlinge in Süd-Kurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Angelina Jolie besucht morgen die syrischkurdischen Flüchtlinge in Süd-Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 18.09.2012 00:30

Angelina Jolie lobt die Vorbereitungen in Region Kurdistan für die Flüchtlingen und fand die Flüchtlingslager dort besser ausgestattet im Vergleich zu den anderen Flüchtlingskamp in den anderen Ländern.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 18.09.2012 00:39.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Angelina Jolie besucht Flüchtlinge in Süd-Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 16.09.2012 21:36



Angelina Jolie hat heute das Flüchtlingslager der Kurden aus West-Kurdistan besucht und sich die Lage der Flüchtlingen in diesem Lager in Duhok persönlich angeschaut.

Die berühmte Schauspielerin hat sich ebenfalls mit dem Ministerpräsidenten Nêçîrvan Barzanî getroffen.

Sie sagte, dass sie wieder Kurdistan besuchen wird.

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnera taybet a komîsyona bilind a penaberan ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) li kampa Domiz ji aliyê Koma Hunerî ya Zarokên Qamişloyê bi cilûbergên kurdî hat pêşwazîkirin.

Îro piştî nîvro aktirîsta navdar a Hollywood û nûnera taybet a komîsyona bilind a girêdayî NY'î Angelina Jolie serdana kampa Domiz a penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li parêzgeha Dihokê kir û ligel wan civiya.

Endamê komîteya rêveberiya kampa Domiz Berzan Behram ji Rûdawê re got: "Angelina Jolie di wê serdanê de rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve bi çavê xwe dît û guhdariya daxwazên xelkê kir. Penaberan daxwaz ji Jolie kirin ku dengê wan bigihîne aliyên peywendîdar."

Behram wiha got: "Koma Hunerî ya Zarokên Qamişloyê bi cilûbergên kurdî pêşwazî li Jolie kirin û bernameyekî hunerî pêşkêş kirin. Piştre ligel parêzgarê Dihokê û nûnerên kampa Domiz civiya, pirsgirêk û daxwazên penaberan guftûgokirin."

Nûnera penaberan a NY'î îro danê sibehê gihişt Hewlêr û ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan civiya.

Mehr dazu...


Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 16.09.2012 21:38.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Angelina Jolie besucht morgen die syrischkurdischen Flüchtlinge in Süd-Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 14.09.2012 16:31



Hewlêr (Rûdaw/Taybet) – Piştî ku aktirîsa navdar a Emerîkî Agenlina Jolie serdana kampa penaberên Sûriyê yên li Urdin û Tirkiyê kir, biryare ji bo heman armancê sibe bigihe Herêma Kurdistanê.

Çavkaniyek agehdariya wê ji serdana Jolie ya bo Kurdistanê heye, ji Rûdawê re got: "Sibe saet 17.00an Angelina Jolie digihe Herêma Kurdistanê. Wê Jolie du rojan bimêne û mêvanê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye." Li gor heman zanyariyan, roja yekşemê Jolie wê serdana kampa penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yê li bajarê Dihokê bike.

Duh Angelina Jolie li Urdinê serdana kampa penaberên Sûriyê kir û piştre jî li Tirkiyê çû serdana penaberên Sûriyê. Piştre ligel berpirsên Tirkiyê ji bo karûbarên penaberên Sûriyê civiya. Jolie li Urdinê di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got: "Dîtina wan malbatên penaberên Sûriyê bandorekî mezin li ser min çêkir. Min ew li cihê niştecihbûna wan dît, coş û xuruşek di pêşwazîkirina wan de hebû. Di parastina wan de dilniyayî hebû."

Angelina Jolie di daxuyaniya çapemeniyê de behsa 3ê jinan dike ku ligel zarokên xwe reviyabûn. Wan jinan gotibû, hevserên me di nava Sûriyê de mane, em nizanin hatine kuştin an zindî ne. Herwiha Jolie got: "Wan jinan tiştên pir mezin ji dest dane, lewra min nekarî zêde pirsan ji wan bikim û dilê wan bişkînim."

Angelina Jolie aktrîsteke Emerîkiye û xelata Oskarê wergertiye. Jolie 4ê hezîrana 1975an ji dayîk bûye. Sê zarok ji sînamevanê Emerîkî Brad Pitt heye. Herwiha sê zarok jî xwedî kiriye, yek ji wan zarokan Kembodiye, yek ji Etyopya û yê din jî ji Viyetnamê ye.

Niha Angelina Jolie nûnera komîsyona bilind a karûbarên penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum