Herêma Kurdistanê piştgiriya biryara KCK’ê dike

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Herêma Kurdistanê piştgiriya biryara KCK’ê dike

von Kurdewari am 15.08.2010 15:35

Herêma Kurdistanê pi$tgiriya biryara KCK’ê dike
ANF
09:40 / 15 Tebax 2010

HEWLÊR - Serokê Herêma Kurdistan, Mesud Barzanî di daxuyaniya dayî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de diyar kir ku ew pi$tgiriya biryara PKK’ê ya agirbestê dikin Berdevkê Hukûmeta Herêma Kurdistan, Kawa Mahmud di derbarê biryara KCK’ê ya jibo bêçalakîtiyê de diyar kir ku agirtbesta PKK’ê îlan kirî pêngavek ba$e û divê pirsgirêka kurd bi riyên a$tiyan bê çareser kirin. Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ti$ta bikeve ser milê wan ew ê bikin.

BARZANÎ: EM PI$TGIRIYA AGIRBESTA PKK’Ê DIKIN

Serokê Herêma Kurdistan, Mesud Barzanî di daxuyaniya dayî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de diyar kir ku ew pi$tgiriya biryara PKK’ê ya agirbestê dikin.

Daxuyaniya Barzanî wiha berdewam dike: “Em bi vê agirbesta ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hate ragihandin keyfxwe$in û em pi$tgîrî li vê pêngavê dikin û hêvîdarîn ku ev agirbest berdewam bibe, ne ku bi awayekî demî be”.

Her wiha Barzanî ragihand ku ew her tim dubare dikin ev pirsgirêk bi riya $er çareser nabe, tenê dikare bi riya diyalog û a$itiyane çareser bibe.

Hêjayê gotinêye ku KCK û Kongra Gel di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên Ba$ûrê Kurdistanê kiribûn û ji wana xwestibû ku ti$ta bikeve ser milên wan pêk bînin

NÊÇÎRVAN BARZANÎ: DIVÊ AGIRBEST DÛAL Î BE

Cîgirê Serokê KDP’ê Nêçîrvan Barzanî, daxuyanî da rojnameya Rûdaw û wiha got: “Îlana agirbesta yek alî ya KCK'ê biryarek di cîh de ye, pêngavek erênîye û cihê dilxwe$iyê ye. Tecrubeya $er îspat kiriye ku ev pirsgirêk bi $er nayê çareser kirin. Tenê rêka siyasî û a$tîyê dikare pirsgirêka kurd li Turkiyayê çareser bike.”

Her wiha Barzanî xwest ku agirbest dualî be. Her wiha hêvî kir ku ev biryar be sedemê a$itiyek mayînde û dawî li $er û ku$tinan bê.

Her wiha, Barzanî diyar kir ku ti$ta bikeve ser milê wan ew ê bikin û got: “Em li Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û pi$tgîriya her pêngavek çareseriya a$tiyane amadene. Em Amadene rola xwe ji bo a$tî û çênebûna $er û $idetê, bilîzîn.”

BERDEVKÊ HUKUMETÊ: EM PI$TGIRIYA HEMÛ PÊNGAVÊN JIBO A$ITÎ BÊN AVÊTIN DIKIN

Berdevkê Hukûmeta Herêma Kurdistan Kawa Mehmud ji Aknews’ê re axivî û got:”Em weke Hukûmet, siyaseta me ya jibo çareseriyê, riyên a$itî û diyalogê ye. Em weke hukûmet, hemû pêngavên jibo a$itî, mafê mirovan û pêvajoya demoratîk bê avêtin, destek dikin”.



ANF NEWS AGENCY

Antworten Zuletzt bearbeitet am 15.08.2010 15:46.

« zurück zum Forum