Barzanî: “Min dil heye zanayên olî û rewshenbîran bînim ba hev”

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Barzanî: “Min dil heye zanayên olî û rewshenbîran bînim ba hev”

von Kurdewari am 20.01.2011 14:04

Barzanî: “Min dil heye zanayên olî û rewshenbîran bînim ba hev”

20ê Rêbendana 2011/11:33



Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî di gotûbêjeke vekirî de digel nûnerên xwendekarên Herêma Kurdistanê ronî xiste ser çend pirsên aktûel yên Herêma Kurdistanê.

Barzanî di axaftina xwe de got, “Kes maf nîne bêje di Herêma Kurdistanê de desthilat tenê di destê min de ye. Xebata min bo bidestxistina desthilatê nebû min ji bo rizgariya welêt kar kir. Em nabêjin di Herêma Kurdistanê de kêmasî nînin û ji kêmasiyan jî narevin lê însaf ew e ku mirov herdu wêneyên erênî û nerênî bibîne.”

Derbarê rexneyên ku li wî tên girtin jî Mesûd Barzanî got, “Ez ne pesndayînê dixwazim ne jî buxtan û heqaretan, rastî çawa ye bila wek xwe bê behskirin lê ez serbilind im çimkî ez dizanim piraniya mîlletê kurd min nas dikin.”

Barzanî derbarê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ya gelê kurd de jî got, “Mafê me ye îro an sibê, wek mîlletê kurd em jî çarenivîsa xwe diyar bikin lê divê em vî karî bi awayekî bieqilane bikin, bi awayekî bikin ku di vî karî de bi ser bikevin.”

Derbarê meseleya beşdarînekirina Tevgera Goranê di Hikûmeta Iraqê de jî Serok Barzanî got, “Goran bi xwe biryar daye beşdarî hikûmetê nebin heya bigre min ji wan re got werin em hemû destkeftên kurdan bi dadperwerane dabeş bikin lê nehatin. Ew bi xwe dibêjin eger hemû wezaretan bi rêya Bloka Grûbên Kurdistanî bidin me em naxwazin. Bash e, ez ji pirs dikim, ew henekê xwê kê dikin.”

Barzanî wiha axaftina xwe wiha domand, “Ez hest dikim ev demek e di Herêma Kurdistanê de terora fîkrî heye yan rikaberiyeke ne bicih di navbera zanayên olî û çîna rewşenbîran de heye. Ev karekî ne rast e. Min dil heye konferansek rêk bixim ku tê de mamostayên olî û jimareyeke mezin a rewşenbîr bên vexwendin çimkî nabe ew rikaberî wek xwe bimîne. Her weha bêrêziya li hember olê de bi çi awayek nayê qebûlkirin.”

DengeAzad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Barzanî: “Min dil heye zanayên olî û rewshenbîran bînim ba hev”

von Kurdewari am 20.01.2011 14:05

Bi rastî ev gotin û helwesta Mesud Barzanî giringîyê didê shexsîyeta wî.

Ez dibêjim her bijî ji gotinên wî re.

Antworten

« zurück zum Forum