Nexsheriya Öcalan dan parêzeran
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Nexsheriya Öcalan dan parêzeran
von Kurdewari am 02.03.2011 14:08Nexsheriya Öcalan dan parêzeran
Stenbol, 2 Adar (AKnews) – Lîderê PKKê Abdullah Ocalan ku li Tirkiyeyê zindanî ye, sala 2009ê ji bo çareseriya pirsa kurd “nexsheri”yeke 156 rûpelî nivîsand, dan parêzerên wî. Di vê nexsherê de, daxwaza komisyonekê tê kirin û ji bo PKK derkeve derveyî sînor jî komîsyonek navneteweyî tê xwestin.
Imrali prisonDadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), nexsheriya bi ser navê “Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê” ya Abdullah Ocalan, pishtî 20 mehan radestî parêzeran kir.
Nexsheriya ku gihîÅtiye ber destê AKnewsê jî, Ocalan, ji bo agirbesteke mayinde ya PKKê daxwaza sererastkirinan ji hikûmetê dike û garantiya navneteweyî dixwaze.
Ocalan, ji bo astengiyên hiqûqî li ber çareseriya pirsa kurd rabin daxwaz dike ku ji aliyê parlamentoyê de Komisyona Rastî û Lihevhatinê bête avakirin.
Li gorî vê planê, komîsyon bi xebatên xwe dê astengiyên yasayî rake, girtiyên siyasî dê bêne berdan û pishtre PKKyî dê derkevin derveyî sînoran.
Li gorî vê, gerîlayên PKKê dê di bin çavdêriya lijneyeke ji rayedarên DYA, Yekitiya Ewropayê (YE), Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê pêk tê, derkeve derveyî sînorê welêt.
Ocalan, li hemberî îhtimala dîsa destpêkirina tund û tûjiyê jî dibêje, “Her ku bo demokratîkbûnê gavên yasayî û destûrî bêne avêtin çi hincet jê re namîne.”
Ocalan, ev nexsheriya xwe 15ê Tebaxa 2009ê radestî Birêveberiya Girtîgeha Îmraliyê kiribû û xwestibû bidin parêzeran. Lê Desteya Diliplînê ya Girtîgehê, bi hinceta “Li dijî berjewendiyên dewletê ye û propoganda tê de heye” nedabû parêzeran.
Ocalan, par parêznameya xwe ya 550 rûpel dabû DMMEyê û ev “nexÅerê”ya 156 rûpel jî xistibû navê. Li ser daxwaza parêzeran, DMMEyê bi hinceta “parçeyekî parêznameyê ye” ev “nexsherê” gihand parêzeran.
AKnews

Re: Nexsheriya Öcalan dan parêzeran
von Kurdewari am 03.03.2011 12:21Nexsherêya Ocalan a ji bo çareseriyê hat ashkerekirin
PiÅtî sal û nîvekê, nexsherêya Ocalan bi riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ket destên parêzerên wî. Di nexÅeyê de, perensîbên çareserkirina pirsgirêka Kurd hatine bicihkirin.
Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan, di 15-ê Tebaxa 2009'an de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û aÅtiyane, nexsherêyek amade kiribû. Lê rayedarên dewleta Tirk û hukûmeta AKP destûr nedan ku ev nexshe bê eshkerekirin.
Pishtî sal û nîvekê, nexsherêya Ocalan bi riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ket destên parêzerên wî. Di nexsheyê de, perensîbên çareserkirina pirsgirêka Kurd hatine bicihkirin.
Nexsheya ku ji 156 rûpelan pêk tê, bi navê 'Li Tirkiyê pirsgirêkên demokratîkbûyînê û li Kurdistanê modela çareseriyê' hatiye amadekirin.
Ocalan 10 prensîbên çareserkirina pirsgirêka Kurd weha rêz kirine:
1-Prensîba Neteweya Demokratîk: Netewebûna ku hevgirtinekê pêktîne, divê ne weke netew-dewlet, lê belê weke netewa demokratîk were avakirin. Di netewa demokratîk de maf û azadiyên takekesî û yên kolektîf nabe ku ji hevdu bên cudakirin.
2-Prensîba Welatê Hevpar: Divê têgîhîshtina Welatê Hevpar were esas girtin. Li shûna etnîsîteyeke yek zimanî, Welatê Hevpar ji hemwelatiyên pirziman, pirnetew û pirol ava dibe, ev yek jî ya herî rasteqîn e. Têgîhîshtina welat a ku bi tenê aîdiyeta yek etnîsîteyê dide hîskirin, besheke mezin a hemwelatiyan dike yê din.
3-Prensîba Komara Demokratîk: Komara demokratîk ji sîstema demokratîk re vekiriye, komara ku bi wê re lihev dike ye. Armanceke netew-dewlet a wiha nîne, berovajî civaka demokratîk jî di nav xwe de asîmîle dike. Komara Demokratîk ji hebûna mirovan re rêzê digre.
4-Prensbîna Destûra Bîngehîn a Demokratîk: Destûrên demokratîk, lihevkirina civaka demokratîk a bi dewletê re îfade dike. Maf û azadiyên takekesî tenê bi civaka demokratîk watedar dibe. Destûra Demokratîk, li hemberî dewletê, parastina hemwelatî û civakê esas digre.
5-Prensîba Çareseriya Demokratîk: Çareseriya demokratîk, hîn zêdetir modeleke çareseriyê ku dewletbûnê armanc nake, demokratîkbûna civaka sivîl ango civaka demokratîk esas digre ye.
Netkurd