Wichtige Nachrichten von Karayilan für die kurdische oppositionen in Syrien
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Zagros
Gelöschter Benutzer
Wichtige Nachrichten von Karayilan für die kurdische oppositionen in Syrien
von Zagros am 21.11.2011 02:52Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan peyamên girîng da muxalefetên Kurdan ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê. Karayilan destnîşan kir ku çi dibe, bila bibe divê Kurd yek bin. Karayilan bi bîr xist ku pêvajoyeke nû li benda herêmê ye û ji bo Kurdan firsendeke dîrokî heye. Karayilan bang li Kurdan kir ku parastina xwe ya rewa xurt bikin.
Karayilan destnîşan kir ku derfeteke mezin ji bo Kurdan heye û bi taybet bang li Kurdan kir ku nekevin xeletiyan û got; "Divê partî û rêxistinên Kurd xwe bi hêzên derve nedin karanîn." Karayilan têkildarê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rûstem Cûdî ku duh ji aliyê deh hezaran ve li Serêkaniyê hate definkirin, got; "Mirina milîtaneke ewqas mezin û hêja ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e" û bang li gelê Rojavayê Kurdistanê kir ku xwedî li bîranîna Cûdî derbikevin.
SÎSTEMÊN DÎKDATOR DIGUHERIN
Karayilan duh bi şev bû mêvanê Bernameya Taybet a Roj TV û peyamên girîng der bare Rojavayê Kurdistanê de da. Karayilan got; "Niha di serdema me de sîstemên dîkdatorî, yek partî an jî monarşîk diguherin. Serdema me serdema demokrasiyê ye. Dereng be jî bandora xwe li Rojhilata Navîn kir. Ji Misir Tunis dest pê kir û heta niha didome. Gelên herêmê dibêjin êdî bes in. Dad, demokrasî û parvekirineke wekhev dixwazin. Ev yek watedar û di cih de ye. Divê her kes wisa nêzîk bibe. Yê ku wisa nêzîk nebe nikare ser bikeve."
Karayilan destnîşan kir ku yên ku dixwazin ji rabûna van gelan sûd werbigirin jî hene û wiha domand; " Mesele hin derdor hene, ne demokratîk in, lê xwe weke demokratîk û oposuzyon nîşan didin. Ya din a girîng mondernîteya kapîtalîst dixwaze li gorî berjewendiyên xwe ji vê yekê sûd werbigire û herêmê dîzayn bike. Her çi dibe bila bibe, ev bûyer û pêşketinên li herêmê wê Rojhilata Navîn bi xwe re biguherîne."
HERÎ ZÊDE PÊWÎSTIYA KURDAN BI DEMOKRASIYÊ HEYE
Karayilan got; "Ji van gelên herêmê yê ku herî zêde zilm û neheqî lê hatî kirin û herî zêde mafê wê hatî xwarin gelê Kurd e. Welatê wan hate parçekirin, hate înkarkirin, li her parçeyekê sîstemek a dagikeriyê hate bicihkirin. Yanî gelê kurd 90 sal in bi êrişên dagikeriyê re rû bi rû ye. Ji ber wê jî gelê herî zêde pêwîstiya wî bi demokrasî heyî gelê Kurd e. Her çendî destwerdana hêzên derve hebin jî, lê wê azadiya gelan pêk bê. Gelê Kurd jî wê bibe xwedî vîn û wê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe.
ROJAVA JI HEMÛ ŞOREŞÊN KURDAN RE XIZMET KIR
Bûyerên li herêmê herî zêde bandor li Sûriyeyê jî kiriye, li Sûriyeyê jî her roj bûyer hene. Li wir û Rojavayê Kurdistanê derfet çêbû ku gelê Kurd mafê xwe bigire, ji ber ku ew jî êdî ji mafê xwe bigirin hin derfet çê bûn. Lê di van derfetane de hin pirsgirêk hene. Çawa? Gelê me berê li wir gelekî welatparêz û fedekar e. Ji hemû şoreşên Kurdistanê re xizmet kiriye. Ji Şoreşa Barzanî re xizmeteke mezin kirin. Di tekoşîna me ya PKK'ê de roleke pir mezin girt û îro jî berdewam e. Dibe parçeyeke biçûk be lê asta zanebûna netewî bilind e. Ev yek jî derfet dide ku gelê me rêxistina xwe xurt bike. Ev yek jî bi yekbûnê dibe. Yanî divê gelê me xwe bi hêz bike û heta bikaribe xwe ferz bike, li ser sîstema berê û nû. Her çendî gel xwe dike yek jî, lê rêxistin û saziyên din hene. Pirsgirêk di vir de ye. Ji sala 1945 û vir ve desthilatiya Sûriyeyê gelek caran guherî, lê Kurdan tu sud jê wernegirt."
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ŞANSEKE MEZIN HEYE
Karayilan wiha domand; "Niha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê şanseke mezin ji bo Kurdan heye û derfeteke mezin heye. Lê ji bo vê yekê divê hemû Kurd yek bin û xwedî siyasetek û stratejiyeke Kurd a giştî hebe. Lê her yekê xwe daye aliyekê. Niha desthilatiyê seknek a xwe heye. Ev desthilat divê ku êdî fêm bike nikare bi sîstema BAAS berdewam bike. Heta niha Kurdan înkar kir. Lê niha muxalefet çi dike, em binêrin. Bi hewldanên hêzên derve û AKP'ê çend baskên muxalefetê kirin yek. Lê hemû ne yek in. Niha Konseya Netewî ya Sûriyeyê tu nêrînên xwe yên li ser Kurdan tune ye. Hema hema weke desthilatiyê ye. Lê dîsa jî hin rêxistin û kes bi navê Kurd û Kurdistan di nava wir de cih digirin.
BANDORA AKP'Ê
Niha li ser vê baskê muxalefetê bandora AKP'ê heye. Ji ber ku AKP tu carî naxwaze Kurdên Rojava bibin xwedî nasname, ji ber ku 20 milyon Kurd nas nake. Divê Kurd vê yekê bifikirin. Ger Konseya Netewî demokrat be, divê mafê Kurdan jî binase. Bila dewletê herêmê baş bizanin demokrasî bi Kurdan nabe. Ne li Sûriye, ne li Tirkiye, ne li Iraq û ne jî li Îranê. Divê gelê Kurd jî di Sûriyeya nû de xwedî temsîl be. Muxalefeteke din heye. Muxalefeta el Temsîl. Di wê de hin nêzîkatiyên objektîf hene. Ji bo mafê Kurdan û demokrasiyê projeyên xwe hene. Çi dibe bila bibe, divê hemû Kurd xwe bikin yek. Divê Kurd li gorî nêzîkatiya naskirina xweseriya Kurdan tevbigerin.
Hin diçin di konferans li Stenbolê de cih digirin. Stenbol 500 salan bûye navenda dagirkirina Kurdistanê. Ji ber wê divê rêxistinên Kurd vana li ber çavan bigirin û xwe bikin yek."
DI VIR DE ROJA SIYASETA BAŞÛR HEYE
Karayilan got; "Bê ku hesabê dahatûyê bikin, hema tercîha xwe dikin" û wiha domand; "Ez dizanim di vê de rola siyaseta Başûr zêde heye. Divê ne wisa bûya. Divê helwesteke yekdestî û netewî hebûya. Ji bo vê yekê hatibû axaftin. Her kesê li gorî berjewendiyên xwe tercîha xwe kirin. Ji ber wê jî di siyaseta Rojava de parçebûn heye. Lê divê gelê me li Rojavayê Kurdistanê vê parçebûnê qebûl neke.
GEL WÊ ÇAWA WE QEBÛL BIKE
Hinek jî dibêjin, hema ez bi alîkariya hêzên derve û ligel guhertina desthilatiyê cihek ji xwe re peyda bikim. Ger tu wisa bikî wê gel te çawa qebûl bike? Divê hinek li gorî sekna gel tevbigerin. Ez dixwazim vê bibêjim; li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye. Ji bo Kurd bigihin mafê we divê xwe bikin yek, xwe parçe nekin. Yek biçe cem Enqere, yek biçe Şamê yek jî Bexdayê, wiha nabe. Ger tu xwe bikî yek, wê jixwe desthilatî biguhere, desthilatiya niha neçe jî neçar e xwe biguherîne. Ji ber wê jî neçar e ku we li ber çavan bigire. Hê wext heye. Divê hemû tercîhên xwe rast bikin."
DIVÊ KURD LIGEL DESTHILATÎ Û KONSEYA STENBOLÊ CIH NEGIRIN
Karayilan bang kir û got; "Divê Kurd ne desthilatî û ne jî Konseya Stenbolê li ba wan cih negire. Ji ber ku ligel her duyan jî çareseriya pirsgirêk Kurd nîne. Divê ya siyemîn esas bigirin. Divê gelê Kurd, azadî û demokrasiya gelan, biratiya gelan bixwaze. Weke gelê Kurd nasnameya xwe bixwazin, xweseriya xwe bixwazin, vana tercîh bikin. Divê ligel ên ku ji van projeyên Kurdan re vekirî ne, bibin yek. Bila ne hema bêje wile li pişt vê Ewrûpe û Tirkiye heye ez jî xwe bidim pişt wir. Ji ber wê jî divê rêxistinên Rojavayê Kurdistanê di vê dema dawiyê de şaşiyan nekin. Çi dibe bila bibe, berjewendî û dahatû di yekitiyê de ye. Bila Meclîs Wetanî (Konseya Netewî) bizane ger şêweyeke zelal mafê Kurdan neyne ziman ew wê çaxê nikare demokrasiyê bîne. Divê vê nêzîkatiya xwe biguherîne. Ev nêzîkatiya wê ya li hemberî Kurdan bi kêrî kesê nayê. Dîsa nikare li ser esasê înkarê demokrasiyê ava bike."
DIVÊ KURD GIRANÎ BIDIN SER A SIYEMÎN
Karayilan bal kişand ku pêvajo ber bi çekdariyê ve diçe û ev hişyarî da Kurdan; "Divê opozîsyon ne ji bo desthilatiyê ji bo demokrasî û azadiyê têbikoşe. Ji ber wê jî divê Kurd giranî bidin ser riya siyemîn. Ez nabêjin ji sedî sed wiha bikin, lê giranî bidin ser. Yanî projeyên kê ji bo pirsgirêk Kurd û demokrasiya Sûriyeyê hebin divê Kurd bi wan re bin.
KONSEYA STENBOLÊ ŞER DIKE, DIVÊ KURD XWE NEKIN HEDEF
Weke din pêvajo zelaltir dibe. Heta niha raperîn û xwepêşandanên sivîl hebûn. Lê niha ev pêvajoya çekdar derket pêş. Wisa dixuyê ku ev hewldana çekan ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tê. Ev jî nîşan dide ku wê pêvajoyê germtir bibe. Niha Konseya Stenbolê êdî şer dike. Wê ew rêxistinên Kurd çi bikin. Divê Kurd xwe di vir de nekin hedef. Ger berjewendiyên Kurdan hebin, bila bibin alî. Lê berjewendiyên Kurdan ligel vana tune ye. Berjewendiyên wan komikên Kurdan ên ku ligel wan cih digirin jî tune ye. Komikên ku di nava gel de bingeha xwe tune ne."
DIVÊ KURD PARASTINA REWA PÊŞ BIXIN
Karayilan diyar kir ku divê Kurd sîstema xwe ya parastina cewherî û rewa pêş bixin û got; "Divê di nava Kurdan de tune be. Bila kes xwe şaş neke. Ji ber wê pêvajo ber bi çekdariyê ve diçe. Ji ber wê divê Kurd xwe nedin vî alî û wî alî, divê xwe biparêzin. Divê parastina xwe ya rewa û cewherî pêş bixin. Xwe di vir de bi hêz bike. Divê vê xetê esas bigire. Divê we zû neavêjin pêş û xwe ji bo kesê neke qûrban. Divê ji van firsendê heyî sûd werbigirin.
NÊZÎKATIYA KURDAN NE ÇEWT E
Li gorî min nêzîkatiya Kurdan a heta niha jî ne çewt e. Ger şaşiyê bikin dibe hin hêz bixwazin bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Divê bifikirin gav biavêjin. Serbixwe bin. Yekitiya xwe ava bikin. Kurdan serî li riyên demokratîk û xwepêşandanên demokratîk da. Sûriyeyê jî nexwest Kurdan bide hemberî xwe. eleqeya vê bi têkiliyan re tune ye. Desthilatî naxwaze Kurdan bide hemberî xwe. Divê Kurd vê yekê rast bi kar bînin. Divê yek bin, saziyên xwe ava bikin."
weiter lesen --> ANFZagros
Gelöschter Benutzer
Re: Wichtige Nachrichten von Karayilan für die kurdische oppositionen in Syrien
von Zagros am 21.11.2011 02:56hier könnt ihr das ganze Interview sehen
------------>LINK <----------------