Mesûd Barzanî: Für uns ist es wichtig, dass die Kurden in West-Kurdistan sich untereinander nicht bekämpfen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî: Für uns ist es wichtig, dass die Kurden in West-Kurdistan sich untereinander nicht bekämpfen

von Azadiyakurdistan am 15.11.2012 21:33



Der Präsident der Autonomen Region Kurdistan Mesûd Barzanî sagte in einem Interview mit dem Reporter der türkischen Zeitung Milliyet Hesen Cemal: Ich weiß nicht warum einige Staaten dieser Region die Kurden-Realität in Syrien nicht annehmen. Jedes Teil von Kurdistan hat eigene Eigenschaften  und die verändern sich. Die kurdische Realität muss gesehen werden."

Weiterhin sagte er: Seit 1962 wird eine Arabisierung in West-Kurdistan durchgeführt aber ohne Erfolg. Die Staaten müssen endlich die Realität der Kurden sehen.

Über die kurdische Partei PYD sagte er: PYD kann nicht geleugnet werden. PYD ist in syrischen Kurdistan anwesend. Aber das wird außerhalb Syriens viel vergrößert. In Syrien gibt es Kurden, das sind syrische Kurden. Die Kurden dort können Anhänger von PYD und PKK sein aber können auch Anhänger von anderen kurdischen Gruppen sein. 
Weiter sagte er dazu: "PYD ist nicht alleine, das wird viel zu viel dramatisiert und vergrößert. Es gibt auch andere kurdische Parteien in Syrien. Für uns ist es wichtig, dass die Kurden sich untereinander nicht bekämpfen. Aber auch zwischen Kurden und Arabern darf es zu keinen Kämpfen kommen"
Weiter sagte er, dass die PYD alleine nicht in der Lage ist ganz West-Kurdistan zu kontrollieren und das nicht kann. 

Zu einer Unabhängigkeit eines kurdischen Staaten sagt Barzanî: Erstens ist das unser legitimes Recht unabhängig zu werden. Das Problem ist, dass die Kurden auf vier Staaten verteilt wurden, und das macht uns die Arbeit schwerer. Wären die Kurden in zwei Staaten oder nur in einem Staat, würde der Weg zu einem unabhängigen Staat viel leichter sein. Alle Kurden in allen Teilen haben das Recht darauf. Wir sind dafür das alle Kurden ihre Rechte bekommen.
Weiter sagt Barzanî: Es kann sein das die Region durcheinander wird, aber für mich ist die kurdische Frage wichtig, daran glaube ich. 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku li bakurê Sûriyê realîteyeke kurd heye û got: "Ez nizanim çima dewletên li herêmê vê yekê nas nakin. Her parçeyekî Kurdistanê xwediyê hinek taybetmendiyên cûda ye û tên guhertin. Divê êdî realîteya kurdan bê dîtin."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di beşa duyemîn a daxuyaniyê xwe yên ji bo nivîskarê rojnameya Milliyet a Tirkiyê Hesen Cemal behsa rojavayê Kurdistan, peywendiyên Hewlêr û Bexda û gelek mijarên din ên giring dike.

Mesûd Barzanî li ser pirsên derbarê 'Hebûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li rojavayê Kurdistanê, civîna li paytexta Qeter Dohayê ya opozisyona Sûriyê û îdiayên wekî, Herêma Kurdistan û Tirkiye bûne yek ku wê li hemberî PYDê tekoşînê bimeşînin, herwiha dîtinên we yên derbarê PYDê de çine?' wiha dibêje: " Li Kurdistan Sûriyê pirsekî kurd heye, realîteyeke kurd heye. Ez fêm nakim ku çima welatên li herêmê realîteya kurdan a li Sûriyê nas nakin. Li her parçeyekî Kurdistanê taybetmendiyên cûda hene û tên guhertin. Wê pirsa Kurdistan Sûriyê çawa çareser bibe? Em li ser vê yekê radiwestin. Aliyê ereb, ji sala 1962an ve li Kurdistana Sûriyê dest bi siyaseta bierebkirinê kir. Lê serneketin. Niha divê realîteya kurdan bê dîtin."

Barzanî derbarê PYDê de jî wiha got: "PYD nayê înkarkirin. Hebûna PYDê li Kurdistana Sûriyê heye. Lê ev yek li derveyî Sûriyê gelek tê mezinkirin. Li Sûriyê kurd hene! Kurdên li wir kurdên Sûriyê ne. Kurdên li wir dikarin bibin alîgirê PYD û PKKê. Lê dikarin bibin sempatiyê grûbên cûdatir jî."

Mesûd Barzanî diyar kir ku PYD ne bi tena serê xwe ye , ev zêde tê mezinkirin û grûbên cûdatir jî hene. Barzanî got: "Ji bo me ya giring ew e kurdên li Sûriyê di nava xwe de şer nekin. Li aliyê din jî em naxwazin navbera kurd û ereban de şer çêbibe."

Mesûd Barzanî di berdewama axaftinên xwe de wiha dibeje: "Ez bawer dikim ku wê kurd di navbera xwe de, peywendiyên ligel ereban, ereb di nava xwe de ango gelên li Sûriyê wê di nava demokrasiyê de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev nayê pejirandin ku PYD di nava vê pêvajoyê de bibe aliyekî xirabkarî û serdegirtinê. Hê zû ye. Heta ku PYD girêdayî pêvajoya demokrasiyê bimîne, ti kes nikare tiştekê bêje wan. Lê ger biçin derveyî demokrasiyê, bernameyekî cûdati bigrin, ne kurdên li Sûriyê , ne aliyên din û ne jî em vê dipejirînin."

Li ser pirsa çi xeyalên we li ser Sûriyê hene? Barzanî got: "Heta niha nasnameya kurdî li Sûriyê nehatiye pejirandin. Heta kaxezên wan ên nifûsê jî nîne. Divê berî her tiştî em realîteya kurdan a li Sûriyê bibînin. Derdora 2,5-3 milyon kurd hene. Ev hebûna kurdan ji bo me giring e. Ji bo me kurdên Iraqê pir giringe ku bigihin mafê xwe. Em qebul nakin ku mafê wan bê înkar kirin. Lê sîstemek çawa bê Sûriyê jî mijareke ku divê ew biryarê li ser bidin."
Barzanî li ser pirsa Hesen Cemal a gelo navbera PYD û rejîma Esed egera girêdanekê heye? wiha dibêje: "Li vir tişta giring ew e ku li Kurdistana Sûriyê dergeheke şansê ye ji bo PYDê? Yan jî xala ku niha hatiyê, berhemê bandora PYDê bi xwe ye? Em hê nizanin. Em dinirxînin. Min hê bersiva vê yekê ne girtiye... Hê nîşanên pirsê yên di serê min de belav nebûne."

Derbarê pirsa 'Esed ev dergeh vekir?' Mesûd Barzanî wiha got: "Li gel me wekî pirsê tê rawestandin. Me hê bersiva vê wernegirtiye. Esed e yan jî kesekî din e? Wekî pirs dimîne. Ez biryarê nadim. Lê ev rastiyeke, PYDê bi tenê ew hêz nîne ku bi tenê bikare Kurdistana Sûriyê kontrol bike. Hêz û aliyên cûdatir jî hene. Em hê nizanin ku bi îstixbarat û asayîşa li Kurdistana Sûriyê çawa radestî PYDê kirin, çawa ligel meqamên Sûriyê radiwestin, em hê vê nizanin. Ev hê eşkere nebûye. Ev hevpeymaneke di nava du aliyan de ye? Me hê bersiva vê wernegirtiye. Hevpeymaneke, yan jî lewaziyeke rejîma Esed e? Em li ser vê radiwestin. Ez dûbare dikim. Em niha li ser wê yekê radiwestin di nava kurdên li Kurdistana Sûriyê de şer çênebe."

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî wiha dibêje: "Berî her tiştî ev mafekî me ye. Li vir pirsgirêka herî mezin, kurd di nava 4 dewletan (Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye) de hatiye parçekirin. Pirsgirêka mezin li vir, ev kar zehmet dike. Ger bi vî awayî nebûya, ger kurd di nava du dewletan de parçebibûna yan jî hemû girêdayî dewletekê bûna, wê ev hê hêsantir bûya. Em alîgirê wê yekê ne hemû kurd bigihin mafê xwe. Ev mafê wan ê xwezayî yê herî mafdare."

Barzanî got: "Dibe ku herêm gelek tevlîhev bibe. Lê li vir ji bo min tişta giring doza kurd e û ez vê bawer dikim... Em dixwazin ligel tirk, ereb, fars û her neteweyên li herêmê peywendiyên xwe çêkin. Em alîgirê wê yekê ne pirsa kurd di çarçoveya van peywendiyan de çareser bibe... Em wekî kurd li ti alî û eniyekê de cih nagrin. Baweriya me tenê bi doza kurd tê."

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê nakokiyên navbera Herêma Kurdistan-Bexda û navçeyên cihê nakokiyê de wiha got: "Pirsgirêk hene, ev nayê înkar kirin. Lê em alîgirê wê yekê ne pirsgirêk di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin. Em ti tiştekî ji derveyî yasayê napejirînin."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya axaftinên xwe bersiva Hesen Cemal a 'Di navbera we û serokomar Celal Talabanî di mijara peywendiyên Îran û Tirkiyê de dîtinên cûda hene...' wiha got: "Di rastiya xwe de em xwediyê heman dîtinê ne. Em herdu jî alîgirê wê yekê ne peywendiyên me yên baş ligel Tirkiye û Îranê berdewam bin. Mam Celal serokomare, ez jî serokê Herêma Kurdistanê me. Dema em van li ber çavan bigrin,dibe ku hinek caran cûdabûn hebin, lê mijarên hêsan in. Em di mijarên giring û bingehîn de xwediyê heman dîtinê ne. Ya giring jî eve."

Azadiya Kurdistan / Rûdaw  

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 15.11.2012 22:17.

Dilan

31, Weiblich

  Aktive/r User/in

Beiträge: 223

Re: Mesûd Barzanî: Für uns ist es wichtig, dass die Kurden in West-Kurdistan sich untereinander nicht bekämpfen

von Dilan am 15.11.2012 23:40

Ich respektiere diesen Mann so sehr. Biji Mesud Barzani!!! Er ist der beste führer den wir zurzeit haben. Hoffentlich hören die Kurden Parteien in Syrien auf ihn und arbeiten endlich zusammen!!!!!

Antworten

« zurück zum Forum