Talebanî: Özal dixwest bi Öcalan re diyalog bê danîn

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Talebanî: Özal dixwest bi Öcalan re diyalog bê danîn

von Azadiyakurdistan am 22.10.2010 17:11



Serokkomarê Îraqa Federal Celal Talebanî, bû mêvanê kanala El Türkiyye, ku yek ji kanalên TRT’ê ye û we$ana xwe bi erebî dike. Talebanî, li vê derê bersiv da pirsan û daxuyaniyên balkê$ kirin. Ji Talebanî hate pirsîn ka gelo çima dawî li hebûna PKK’ê ya Qendîlê nayê. Talebanî, li ser vê yekê got, ‘’Meriv dikare bi du awayî vê meseleyê çareser bike. An bi awayê le$kerî an jî bi awayê siyasî. Me bi awayê leşkerî ceriband, artê$a tirk gellek caran ket bakûrê Îraqê û herdu partiyên mezin yên Kurdan hevkariya artê$a tirk kirin. Lê ev pîlan jî bi ser neket. Ev tê wê wateyê ku çareseriya pirsgirêkê ne le$keri ye siyasî ye. ‘’

Talebanî, li ser pirseke din jî da zanîn ku ‘’Hîn tesîra Öcalan li ser rêxistinê heye, lê ew serdema têko$înên çekdarî derbas bûye û teko$îna siyasî û çandî hîn girîngtir e. Medya, parlamento û rêxistinbûyîna girseyî girîng in. Me jî li PKK’yîyên ku li çiyê ne tewsîye kir ku dev ji çek berdin û siyasetê bikin.’’

Talebanî, herweha diyar kir ku, ‘’vebûna demokratîk’’ ya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin erênî ye û bi rêya hin Kurdên Tirkiyeyê peyamên Öcalan gihandine wî û serî li nêrînên wî jî hatiye dayîn: ’’Min jî got, van peyamên min bigihînin Öcalan. $a$itiya wan ya herî mezin ew e ku girîngiya demokrasiya ku li Tirkiyeyê heye fêm nekirine.’’

Qasê ku ajansa nûçeyan ya tirk radighîne, Talebanî gotiye, damezirandina dewletek Kurdan ne gengaz e, heger di rew$eke weha de Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye li hember vê dewletê $er jî venekin û tenê deriyên xwe ji vê dewletê re bigrin, dê ev dewlet çawa bikaribe bijî? Bi kude here, dê çawa îxracat û îthalata xwe pêk bîne?

Talebanî, ew anga$tên li ser ku$tina serokkomarê 8.mîn yê Tirkiyeyê Turgut Özal jî axifî û weha got:’’Bi rehmetiyê Özal re bîranînên min yên xwe$ hebûn. Zilameke demokrat û vekirî bû. Ji hestên însanan û ji zehmetiyan fêm dikir. Di meseleya Öcalan de jî mêldarê diyalogê bû û dixwest rê li ber rijandina xwînê bê girtin.’’

Rizgarî Online/Yado Ciwan

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum