TİTBê ji kuştina Erdogan plan dariştiye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

TİTBê ji kuştina Erdogan plan dariştiye

von GulaKurdistane am 02.12.2010 15:53

Hewlêr, 2 Kanûn (AKnews) – Hate zanîn ku li Tirkiyeyê Yekîtiya Te$kîlata Tolhildanê ya Tirk (TÄ°TB) ku tê gotin grûba kiryarên çekdarî ya Ergenekonê ye, ji bo ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi êrî$eke bombeyî bikuje, plan dari$tiye.

Li gor nûçeya Rojnameya Starê, polîsê Enqereyê daye xuyakirin di operasyona wan a li dijî TÄ°TBê de derketiye, rêxistinê li dijî Erdogan planeke ku$tinê dari$tiye.

Tê ragihandin ku TÄ°TBê haziriya wê çendê dikiriye ku di seranserê Tirkiyeyê de kiryarên ku aloziyê çêkin û bibin sedema qeyraneke ewlekarî û siyasî, pêk bînin. Polîsê Enqereyê tomarên pêwendiyên telefonî yên di navbera endamên vê rêxistinê de bi dest xistine û di tomarên axaftinan de plana ku$tina Erdogan hatiye destnî$ankirin

Di tomarên axaftinan de H.Y û kesê nenas, di axaftina xwe ya li roja 28ê tebaxê de destpêka qala ‘destûrwergirtina ji fermandarê le$kerî’dikin û pa$î bi vî awayî diaxivin:

H.Y: Ez niha tema$eyê Kanal A dikim. Tayyîb heye, qala rêlibervekirina demokratîk kir. Qala hêzên harekata taybet kir. Jixwe zerûrî ye ku ez îcazeyê werbigirim. Tayyîp dest bi o.. ç..kir $irîkê min.

X (Mêr): Tu bi heqî

H.Y: Divê em li ser rêya Sarayê biteqînin. Yên ku guhdar dikin, yên ku guhdar dikin....

X(Mêr): Nebêje lo, ev sê sal in em cihê wê çêdikin, te di nava deqîqeyekê de yekser a$kere kir. Pir xirab e, pir xirab e, te bêhemde xwe cihê wê got $irîkê min.

Hefteya borî di 9 bajarên Tirkiyeyê de di operasyona li dijî TÄ°TBê dê 14 kes hatibûn binçavkirin û ji wana 6 kes hatibûn girtin.

Di fezlekeya operasyona li dijî TÄ°TBê de îdiaya wê çendê hatibû kirin ku êrî$a tebaxa 2007ê ya li bajaroka $engala ser bi Mûsilê ku tê de bi kêmayî 500 Kurdên Êzdî hatibûn ku$tin, ji aliyê TÄ°TBê hatiye pêkanîn.

TÄ°TB ji aliyê kesekî bi navê “$ava$an Atsiz”($erkerê peya/bêhesp) ve ji Holandayê tê birêvebiriin.

Polîsê Enqereyê destnî$an kir ku endamên TÄ°TBê xwe ji bo êrî$ên li dijî kurdan amade dikin ku niha dest bi du kampanyayên bi navê “Bila Ermenî û Kurdên bên sirgunkirin” û “Ji bo biçekhilgirtinê erê ji bo cewrikên kurd na” kirine.

AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 02.12.2010 15:54.

« zurück zum Forum