Tugluk: Bila Gul ji bo çareseriyê were Diyarbekirê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Tugluk: Bila Gul ji bo çareseriyê were Diyarbekirê

von GulaKurdistane am 30.12.2010 03:33




Hewlêr, 29 Kanûn (AKnews) – Li Tirkiyeyê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, derbarê serdana sibê ya Serokomar Abdullah Gul bo Diyarbekirê de got, divê Gul “bi nêzîkûnek derveyî partiyan” biçe Diyarbekirê û ji bo çareseriya pirsa kurd, inisiyatîfê bigire.

Li gorî nûçeya DHAyê, Tugluk, îro li Diyarbekirê, derbarê serdana sibê ya Serokomar Abdullah Gul de, civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ku li Salona Civînê ya Parka Sûmer hat lidarxistin, Berdevkê KCDê Cemal Co$kun û endamê daimî yê Meclisa KCDê nivîskar Altan Tan be$dar bû.

Tugluk, diyar kir, serdana Serokomar Gul bo Diyarbekirê girîng e û wiha axivî:

“ Em hêvîdar in serdana Birêz Serokomar bo Diyarbekirê, bibe destpêkek bo pê$îvebûna perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna Kurdî di herêma gi$tî de û bibe sedema afirandina mercên jiyanek azad li Tirkiyeyê. Em, li hêviyê ne ku Serokomar bi nêzîkbûnek derveyî partiyan û ji bo çareseriya pirsa kurd insiyatîfê bigire.”

Tugluk, diyar kir, pirsgirêka wan digel zimanê fermî, sînor û ala Tirkiyeyê nîne û got, “Projeya Xweseriya Demokratîk, dibe qurbanê tirsa cihêbûnê. Em dixwazin di bin banê yekitî û yekparebûn welêt de pirsê çareser bikin.”

AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 30.12.2010 03:33.

« zurück zum Forum