West-Kurdistan: Terroranschläge in Qamişlo

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

West-Kurdistan: Terroranschläge in Qamişlo

von Azadiyakurdistan am 24.11.2013 22:48




Zwei Selbstmordanschläge haben gestern Qamişlo erschüttert. Ein Anschlag traf Sicherheitskräfte der Partei PYD im Bezirk Qenat Siwês und der andere traf Kräfte des syrischen Assad Regimes.
Der Islamische Staat im Irak und Syrien (ISIS) machte sich für den Anschlag veräntwortlich. Bei den Anschlägen sich mehrere Menschen ums Leben gekommen. 


Azadiyakurdistan / Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê ya girêdayê PYDê ragihand ku di êrîşên xwekujî ya li bajarê Qamişlo de endamekî asayişê û 2 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye.

Duh, 2 teqînan bajarê Qamişlo hejand, teqîna yekem hêzên asayişa PYDê li taxa Qanatsiwês li rojhilatê Qamişlo kire armanca xwe û ya din hêzên rejîmê li çarrêya Zorê li başûrê rojavayê Qamişlo kire armanca xwe. Asayişa PYDê di daxuyaniyekê de diyar kir grûpên çekdarî yên girêdayî Qaîde dîsa êrîşî xwe li dijî hemwelatiyan berdewam kirin. Di daxuyaniyê hatiye diyarkirin ku "terorîstekî xwekuj xwest bi otomêleke bombekirî derbasî hewşa navenda asayişa Qenatsiwês a Qamişlo lê nikarî û li derveyî deriyê avahiyê otombêl teqand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê êrîşê de endamê asayişa Qenatsiwês Îbrahîm Elî Derwêş, hemwelatiyê bi navê Ferhad Hebîb û hemwelatiyekî din ku nasnameya wî nehatiye zanîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hinek welatî jî birîndar bûne. Lê berûvajî vê daxuyaniyê, çavkaniyê ji nav bajarê Qamişli ji Rûdawê re ragihand ku di teqînê de 7 kesn jiyana xwe ji dest daye, 3 ji wan ji hêzên asayişa PYDê ne û yên din sivîlin. Piştî teqînê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) berpirsyariya xwe li hember her du êrîşan girte stûyê xwe.

Duh jî, çekdarên radîkal tiraktorek li ber navendeke şervanên YPGê yên girêdayî PYDê li bajarokê Til Meirûf li rojhilatê bajarê Qamişlo teqandin. Li gor zanyariyan di teqînê de 2 şervanên YPGê birîndar bûne.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 24.11.2013 22:48.

« zurück zum Forum