Wir wollten durch den Terror an einige Politiker die Beziehungen zwischen Parteien zerstören

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Wir wollten durch den Terror an einige Politiker die Beziehungen zwischen Parteien zerstören

von Azadiyakurdistan am 05.12.2011 15:51



Silêmanî:
Grûba girêdayî Ensarûlîslam a ku nîsana 2010'an li Silêmaniyê Mihemed Şêx Tahirê Çwêsteyî revandin û piştî 10 rojan li Kerkûkê kuştin, li pêşberî asayîşê li ser wê yekê mikûr hatin û dibêjin, di plana wan de hebû hinek kesên siyasî teror bikin û di malpera xwe de bixin stûyê aliyekî din; "Ji bo bi wê rêyê navbera aliyên siyasî xirab bikin."

Kejal Zûbêr Îsmaîl (21) keça Mele Zûbêr Îsmaîlê girêdayî Grûba Ensarûlîslame û hevjîna serokê wê grûbê Qadir Namiq e. Niha bi cezayê girtîgeha mûebetê hatiye cezakirin. Kejal li girtîgehê ji Rûdawê re axivî û behsa tawanê ku hevserê wê û endamên din ên wê grûbê bi agehdariya wê ew kar kirin kir.

Ew ji Kerkûkê hatibûn Silêmaniyê û li taxa Kanî Spîke ya Silêmaniyê niştec biribûn. Despêkê di mala xwe de bi awayek veşartî jêrzemînek (çal) dirûst kirin. Kejal derbarê wê jêrzemînê de dibêje: "Kesên di revandin di wê derê de diveşartin."

Kejal hûrdekariyên derbarê revandina Mihemed Çwêsteyî de ji Rûdawê re eşkere kir û got: "Min bi xwe dergehê jêrzemînê jêre vekir. Dema dest û çavê wî girêdayî, anîn mala wan û piştre jî birin derve."

Li gor mikûrhatina Ebdulqadir Namiq ku wekî Yûsif dihat naskirin û xwediyê nasnameya hevkarekî din bû, berî çend salan xwe li Kerkûkê teqandibû. Yûsif dibêje: "Me bi serpereştiya Mele Zûbêr ew grûb li Mûsilê damezirand. Me despêkê xwe li Kerkûkê bi rêxistin kir û grûba me ji 7 kesan pêkdihat."

Ebdulqadir di mikûrhatina xwe de behsa wê yekê dike ku despêkê li Silêmaniyê welatiyek bi navê Rêbwar revandin û daxwaza 10-15 dolar (Her defterek 10 hezar dolare) ji mirovên wî kirin; "Piştre dema me zanî ku ew pere nîne, me xwest bikujin. Lê ferman ligel me nebû û lewra me berda. Piştre me kesek revand û li beramberî wî me 400 hezar dolar wergirt. Piştre me çend caran hewl da ku Hacî Mihemed Bamokîman da, lê hewldanên me bê sûd bûn."

Ebdulqadir Namiq dibêje: "Me bername danîbû xelkên sivîl teror bikin û piştre bi rêya malpera xwe bi daxuyaniyekê bixin stûyê aliyekî din û ji bo navbera aliyên siyasî xirab bikin."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum