Yekîtî-Partei friert ihre Mitgliedschaft im Hohen Kurdischen Rat (DBK) ein

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Yekîtî-Partei friert ihre Mitgliedschaft im Hohen Kurdischen Rat (DBK) ein

von Azadiyakurdistan am 01.07.2013 23:26



Der Vorsitzende der Yekîtî Partei Ibrahîm Biro sagte zu Rûdaw zu der Einfrierung des Mitgliedschafts im DBK: Wir können nicht mehr die Verantwortung dieser Taten des EGRK (Volksrat in West-Kurdistan-PYD und im DBK Mitglied) in Kobane, Amudê und Efrîn, die im Namen des DBK gemacht werden, tragen und haben deswegen unsere Mitgliedschaft eingefroren. Die Forderungen der Yekîtî an PYD sind: Entschuldigung bei den Familien der Märtyrer und die Entschädigung der Familien der Verletzten, die zerstörten Parteibüros und Vereine.

Qamişlo (Rûdaw) - Sekreterê partiya Yekîtiya Kurd (PYKS), Îbrahîm Biro ji Rûdawê re li ser biryara rawestandina endamtiya partiya xwe di Desteya Bilind a Kurdî (DBK)de axivî. Biro diyar kir ku êdî em nikarin kiryarên EGRKê di DBKê de hilgirin.

Îbrahîm Biro ragihand ku piştî bûyerên Amûdê û Til Xezalê, êdî ti sedem nemane ku em berpirsiyariya kiryarên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê(EGRK) bi navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) hilgirin.

Biro diyar kir ku wan şêwira lêvegera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirine, berî ku biryara xwe bistînin.

Bi gotina Biro, ENKS di derbarê kiryarên Encûmena Gel de yekdeng e, lê pirraniya aliyan dîtin ku vekişandina ji DBKê di vê rewşa hestiyar de dibe ku karvedanên wê yên nerênî hebin, lewra hevparên me yên din xwe ragirtin.

Biro herwiha ji Rûdawê re rşkere kir ku îro civatek hevbeş di navbera herdu encûmenên Desteya Bilind a Kurd de heye. Îbrahîm Biro bilêv kir ku ger ENRKê daxwazên ENKSê cîbicî neke, dê helwestek din a encûmenê hebe.

Di derbarê daxwazên wan de, Biro wiha got: "Heman daxwazên di daxuyaniya sekretariyeta giştî ya ENKSê de hatibûn. Herwiha qerebokirina ziyanên gihane navendên partî, dezgehên sivîl û xwestina lêborînê ji xizmên şehîdan in."

Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd, duh (30.06.2013) di daxuyaniyekê de ragihand ku endamtiya xwe di Desteya Bilind a Kurd (DBK) de rawestandiye.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 02.07.2013 00:07.

« zurück zum Forum