Hewlêrê piştgirî da hikûmet û saziyên herêmê
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Hewlêrê piştgirî da hikûmet û saziyên herêmê
from Azadiyakurdistan on 02/25/2011 04:43 PM
Bi sedan ciwan li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê xwepê$andanek li pê$iya avahiya parêzgeha Hewlêrê saz kirin û xwepê$anderan sloganên pi$tgirîkirina hikûmet û saziyên wê avêtin.
Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê Omêd Xo$naw ji AKnewsê re ragihand, “Em komek ciwanên Hewlêra paytext in wek bersivdanekê ji bo nûçeyên hin medyayan, em hatine pi$tgiriyê li hikûmet û saziyên wê yên rewa bikin.”
Peyamnêrê AKnewsê ragihand, xwepê$andan destpêkê li pê$iya avahiya parêzgeha Hewlêrê dest pê kir ku pey re ber bi qawexaneya Meçiko ya nav bazarê me$iyan û xelk ji hemû aliyekî ve tevlê dibin û hejmara xwepê$anderan her zêde dibe.
Îro, kanala KNN ya Tevgera Goranê, nûçeyeke lezgîn belav kiribû ku avahiya parêzgeha Hewlêrê hatiye $ewitandin, lê pey re bal ki$and ku mebesta wan avahiya parêzgeha Nînowayê bû.
Duhî, hinek rêxistinên bi navên cuda çend daxuyanî belav kiribûn û daxwaz ji Hewlêrê kirin ku îro, înê, saat 14:00 bi dema Iraqê li pê$iya bazara Ni$timan û Baxê $ar kom bibin û xwepê$andanan pêk bînin.
(AKnews)
Silav û Rêz
Azad