Felekedîn Kakeyî pêşwazî li biryara PKK’ê kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Felekedîn Kakeyî pêşwazî li biryara PKK’ê kir

von Kurdewari am 02.11.2010 19:50

Felekedîn Kakeyî pêşwazî li biryara PKK’ê kir



Endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê û serokê dezgeha dostayetiya Tirk-Kurd Felekedîn Kakeyî pêşwaziya biryara PKK’ê ya berdevamiya agirbestê kir.

Di axaftinekê de Kakeyî ragihand ku ew bi germî pêşvaziya biryara PKK’ê ya agirbestê dikin ku dê heta hilbijartina dahatû ya Tirkiyeyê berdewam be.

Herwiha Kakeyî got: “ Dihat çaverekirin ku rêveberên PKK’ê agirbestê dirêj bikin û ji bo çareseriya kêsheya Kurd bi rêya siyasetê aliyê xwe yê ashtiyane û demokratîk nîshan bidin. Bêguman Kurdistana niha û devrûberên wê jî dixwazin ku hemû partî û aliyên din yên kurd ku li parçeyên din yên Kurdistanê ne, pishtgiriyê bidin vê helwesta PKK’ê ya ashtîxwazane.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kakeyî got: “Em hêvîdar in ku hikûmeta Turkiye û Partiya AK bi erênî nêzî biryara PKK’ê bibin da ku li Tirkiyeyê ashtî bête çespandin. Herwiha ashtîxwaz û demokrasîxwazên Kurdistanê dixwazin ku Enqere jî ji bo berdewamiya agirbestê hewl bide û ji bo çespandin û havkarî û dostayetiya navbera Kurd û Turk çi li Turkiyeyê û an jî li Rojhilata Navîn, di rêlibervekirana kêsheya Kurd de berdewam be.”

Pukmedia

Antworten

« zurück zum Forum