Armenien: Die Eziden/Yeziden sind keine Kurden?!?!?

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Armenien: Die Eziden/Yeziden sind keine Kurden?!?!?

from Azadiyakurdistan on 05/31/2011 09:13 PM

Niha Ermenistana pishtî nemana Yekîtiya Sovyetê gelekî cuda ye ji ciyê berê. Êzîdiyên rûnishtvanên bajar, bajarok û gundên Ermenistanê ku heta niha jî bi kurdî dipeyivin, rastî çend pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî hatine. Jana her pirsgirêkekê jî qedereke kujer çêkiriye ku îhtimal heye vê dîroka me Kurdan a tije serwerî berbi nemanê bibe. Pirsgirêka nasnama Kurdbûna Êzdiyên Ermenistanê mijareke balkêsh û sitem hilgir a sereke ya vê nivîsa me ye. Pishtî rûxana Bloka Sosyalist û Yekîtiya Sovyetê û avabûna dewleta Ermenistana serbixwe, Êzdî di dema van bîst salan de rastî qeyrana nasnama netewî, zimanvanî û olî hatine. Ev pirsgirêk jî bûne mijarên akademîk yên antropolog û sosyolologên girêdayî navendên akademîk û zanistî yên Ewrûpayî, lê me Kurdan û bi taybetî zimannas û akademîstên warên mirovahî û civakî, heta niha girîngiyeke wiha bi wê pirsgirêkê nedaye. Loma mebest ji vê nivîsê ewe ku em perdê ji ser sedemên vê qeyranê bi gishtî û pirsgirêkên nasnama netewî û olî bi taybetî bidin aliyekî, bi hêviya ku em bala xwendevanan bikshînin ser pirsgirênên Êzîdiyên Ermenistanê.

Mehr lesen....

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum