Barzanî: Kes ji yasayê ne mezintir e

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Barzanî: Kes ji yasayê ne mezintir e

von Kurdewari am 19.08.2010 20:47

Barzanî: Kes ji yasayê ne mezintir e
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-08-18 23:52:40

Îro çarshemiyê 18.08.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi amadebûna Berhem Saleh serokê hikûmea herêma Kurdistanê , Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê, Reuf Reshîd wezîrê edaletê û Azad Îzedîn Mela Fendî şêwirmendê yasayî yê serokê herêma Kurdistanê li gel dozgerên gishtî kombû.


Di destpêka civînê de, serok Barzanî bi girîngiyê ve behsa rola dozgerên gishtî kir û got ku karê dozgerên gishtî karekî gelek pîroze, her li nûnerayetîkirina mafê giştî li herêma Kurdistan û dakokîkirina ji berjewendiyên bilind û bilindkirina lêpirsînên gishtî li dijî wan kesên ku li beramberî yasa binpêkirinê dikin û heta digihe parêzgarîkirina li samanê gishtî.


Barzanî tekîd jî kir ku dozgerên gishtî dikarin di rûbirûbûna gendelî û xerap bikaranîna desthilat û her wiha di proseya çaksaziyê de hevkariyeke serekî bin û got:
- Mebesta me ewe ku em kiyanê xwe bikîn kiyanekî xwedî saziyên rûnishtî, ji bo wê yekê em hewla çalakkirina rola dozgerê gishtî didîn bo ku xelk dilniya bib ku dezgehekî yasayî heye ku bergiriyê ji mafên wan dike.


Di derbarê rola yasa jî li civata me da, Serok Barzanî balkishand li ser wê yekê ku kesek ji yasa ne mezintire û pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê bi kiryar vê dirushmê bi cîh bike û hewla berqerarkirina zêdetirê yasa û çespandina giyana yasaparêziyê bide.


Sebaret bi serbixweyiya dadegahn jî serok Barzanî cext li serbixweyiya dadgehan û bê aliya wan kir û ragihand ku hêza her welatekç li dezgehên qezakeyêne, ji bo wê yekê divê ev dezgeh çalaktir bibe û rêz li serbixweyiya biryaran bê girtin û hemû aliyek jî berpirsê bi cîh kirina wan biryarane.


Pashê Berhem Saleh serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe da, ji bo vê derfetê spasî serok Barzanî kir û got:
- Dema serok Barzanî ez û kak Azad Berwarî, ji bi pêkanîna kabîneya şeşem teklîf kirinm, tekîd li ser çalakkirina rola dozgerê gishtî kir û ev kombûna îro jî nîshana girîngî û pishtgîriya cenabê wî yê vê mijara bi bandore.

KRG

Antworten

« zurück zum Forum