Barzanî: Ne Bakûrê Iraq, Herêma Kurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Barzanî: Ne Bakûrê Iraq, Herêma Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 06.06.2010 16:31

Îro Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hevpeyvîneke taybet be$darî li bernameya Hevdîtina Taybet (Lîqa El Xas) a televizyona El Turkiye kir û bernameyê de got em ne bakûrê Iraqin em Herêma Kurdistanin.

Di bernameyê de Serok Barzanî çendîn pirsên li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraq û Tirkiyê nirxand. Her wiha rojnamevan got birêz Barzanî berî demekî ez hatibûm Kurdistanê û gelê Kurd gelek hez ji muzika Tirkî dikin, gelo hun jî hez ji muzika Kurdî dikin, an ku hun zêdetir hez ji kijan hunermendên Tirkiye dikin? Li bersîvê de Serok Barzanî got belê ez jî guh didim muzika Tirkî û herî zêde hez ji dengê hunermend Îbrahim Tatlises û Belkis Akkale dikim.

Her di dawiya bernameyê de rojnamevan ji Serok Barzanî pirsî gelo gotineke we ya dawî heye? Serok Barzanî got belê têbiniyeke min heye, li gor destura Iraqa Federal navê herêma me ne bakûrê Iraq e, navê wê Herêma Kurdistane, ji kerema xwe carekedin peyva bakûrê Iraq bikarneynin.

RojevaKurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum