Duhok: 11 Gefangene sind aus dem Gefängnis geflohen

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Duhok: 11 Gefangene sind aus dem Gefängnis geflohen

from Azadiyakurdistan on 01/08/2012 01:21 AM



Duhok, 7 Rêbendan (AKnews) – Berpirsê ragihandina girtîgeha Zirka ya Duhokê, Elî Ebdî, diyar kir, 11 girtî li girtîgeha Zirka ya Duhokê reviyane û heta niha lêkolîn li bara vê yekê didome.

Elî Ebdî, ji AKnewsê re got, em şeva borî saet 02:30 pê hesiyan ku 11 girît ji girtîgeha Zirka reviyane.

Ebdî, diyar kir, wan girtiyan, tunêlek bi qasî 80ê metreyî kolane û heta derveyî girtîgehê çûne û reviyane.

Berpirsê ragihandina girtîgeha Zirka ya Duhokê, ragihand, lêjneyek bo lêkolîna vê bûyerê pêk hatiye û wiha pêde çû,

girtiyên ku reviyane, hemû xelkê parêzgeha Duhokê ne. hinek ji wan cezayê îdamê lê hatiye birîn, hinek jê jî bi cezayê heta hetayî hatine mehkûmkirin.

Rêveberê giştî yê girtîgeha Zirka Ehmed Necmedîn jî got, ez îro gihîştim Duhokê û haya min zêde ji bûyerê tune.

sm (AKnews)

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum