Kurdische Musik & Songtexte
First Page | « | 1 | 2 | 3 | 4
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Şivan Perwer (Xezal)
from Azadiyakurdistan on 05/11/2011 09:26 PM$ivan Perwer (Xezal)
Xezal Xezal de hayê hayê...
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê
Shewtî kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê...
Ezê van kulê dilêm' heya dare bûye ji tere bibim
Cem eshiq û cem hozana.. oy cefayê..
Gelî gundiyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundiyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal
Îro minê bala xwe didim çiyayê zozana çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy cefayê
Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab oy hayê hayê
Minê dî bilbilê di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû
Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir oy oy..
Xezala min biyan e
Gelî gundiyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, biyanî zor e oy cefa
Belê meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal
Silav û Rêz
Azad
Re: Kurdische Musik & Songtexte
from PiskopataAmede on 07/29/2011 10:46 PMShivan Perwer Yek Mûmik
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we
Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we
Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we
Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we
Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me
Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we
Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek
Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek
Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
Re: Kurdische Musik & Songtexte
from Kudo21 on 12/19/2011 02:32 PMRe: Kurdische Musik & Songtexte
from Azadiyakurdistan on 11/24/2012 12:36 AMDas Lied ist schön aber seine Stimme nervt irgendwie bisschen. Ich mag die Stimme von Dilo Doxan nicht.
Silav û Rêz
Azad