Îstîxbaratên YNK û PDK’ê dibin yek

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Îstîxbaratên YNK û PDK’ê dibin yek

from Azadiyakurdistan on 01/07/2011 04:55 PM



Cîgirê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Kurdistanê $êrdil Tehsîn, ragihand, heftiya bê, ji bo gotûbêj derbarê yekbûyîna navendên ewlehî û îstixbaratê yên PDK û YNKê, dê serokên van saziyan li parlamentoyê amade bin.

$êrdil Tehsîn dibêje biryar bû serokên Parastin û Zanyariyê, du$emiya borî bi mebesta gotûbêj derbarê yekbûna her du saziyan li parlamentoyê amade bin, lê ji ber ku li derveyî welat bûn, ev civîn ji bo du$emî yan sê$emiya dahatî hat pa$xistin.

Tehsîn, got, pê$nûmeya yekbûna navendên ewlehiyê û Parastin û Zanyariyê amade ye û wiha pê de çû:
“Biryar e komîsyona me heftiya bê digel Serokê Parastinê Mesrûr Barzanî û Serokê Zanyariyê bicive. Dibe ku 3 civînên wiha werin lidarxistin da ku pê$nûmeyek bêkêmasî pê$kê$î Serokatiya Parlamentoyê were kirin.”

Ji aliyekî din, Parlamenterê Goran Karwan Salih, daxuyand, divê Parastin û Zanyarî û her du navendên Asayi$ê ji bin bandora partiyan derkevin.

Salih, got, “Em dixwazin Parastin û Zanyarî bibin yek. Yekbûna van navendan dê bibe destkeftek mezin ji bo Herêma Kurdistanê.”

Parastin, navenda îstixbaratê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û Zanyarî jî, navenda îstixbaratê ya Yekitiya Ni$timanî ya Kurdistanê (YNK) ye

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum