Berhem Salih: Her kurdek ‘Kurdistana Serbixwe' dixwaze

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Kurdewari
Deleted user

Berhem Salih: Her kurdek ‘Kurdistana Serbixwe' dixwaze

from Kurdewari on 10/05/2010 01:55 PM

Berhem Salih: Her kurdek ‘Kurdistana Serbixwe' dixwaze
ANF
12:15 / 05 Cotmeh 2010

HEWLÊR - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih, ragihand ku ku ew û her kurdek ji nîva dilê xwe dixwazin ‘Kurdistaneke Serbixwe’ bibînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed di hevpeyvînekê li gel televîzyona CBS’ê têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê, Iraq, Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nirxand.

Salih wiha bersiv da pirsa di derbarê “Serxwebûna Kurdistanê” de: “Ez jî di nav de her kurdek ji nîva dilê xwe “Kurdistanek Serbixwe” dixwaze. Lê mijar ne ew e ku em çi dixwazin, ya girîng ew e ku çi ji destê me tê. Ji ber wê jî me hilbijartinê biryar daye ku li gel Iraqa Federal bijîn.”

Hêjayê gotinê ye, Piştî ku Dîwana Dadê ya Navneteweyî ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye, serxwebûna yekalî ya Kosova, li gor hiqûqa navneteweyî nirxand û pejirand, mijar kete rojeva gelên ku serxwebûna xwe dixwazin. Nîqashê wê yekê têne kirin ka ev biryar wê ji gelên din re jî derbas bibe yan na.

Serokê Kongra Gel Remzî Kartal di vê mijarê de bersiv dabû pirsên ANF’ê û diyar kiribû ger shîdeta li ser kurdan bidome wê kurd jî mafê xwe yê cûdabûnê bikar bînin.

ANF

Reply

« Back to forum