Çarşema Sor bû betlaneya resmî / Çarşema Sor wurde zum Feiertag

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Kurdewari
Deleted user

Çarşema Sor bû betlaneya resmî / Çarşema Sor wurde zum Feiertag

from Kurdewari on 10/27/2010 12:58 PM

Çarshema Sor bû betlaneya resmî



Hewlêr, 27 Cotmeh (AKnews)- Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Cejna Çarshema Sor ku di heman demê de wek Cejna Sersalê ya Êzdiyan tê naskirin, kir betlaneya resmî.

Lalish Temple near MosulParlamentoya Herêma Kurdistanê, di beshê duyê yê rûnishtina xwe ya duhî de gotûbêj li ser ‘projebiryara taybet bi danîna cejnê Êzdiyan bi betlaneya resmî’ kir.

Di rûnishtinê de destpêkê Komîsyona Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê û Komîsyona Diyanetê rapora xwe ya li ser naveroka vê projeyê xwendin ku bi hevahengiya digel Birêveberê Karûbarê Êzdiyan li Wezareta Diyanetê hatibû amadekirin.

Di projeyê de daxwaz tê kirin, cejnên Êzdiyan (Cema, Sersala Êzdiyan, Cejna Havînê û Cejna Rojiyê) bibin betlaneyên resmî.

Di dema gotûbêjan de parlamenteran daxwaz kirin ku Cejna Sersalê ya Êzdiyan ku dikeve Çarshema yekê ya Nîsana hemû salekê, li herêma Kurdistanê bibe betlaneya resmî. Pêshniyar bi hemû dengên parlamenteran hate pesendkirin. Cejnên din jî dê tenê ji bo Êzdiyan bibin betlane.

Cejna Çarshema Sor, ku di heman demê de cejna sersalê ye, ji aliyê Êzdiyan bi cosh tê pîrozkirin. Ev cejn bi navên weke `Cejna Sersalê`, `Cejna Melekê Tawis`, `Bûka Salê` û `Roja Afirandina Cîhanê` jî tê naskirin. Ev cejn hersal çarshema pishtî 13ê Nîsanê ango çarshema pêshî bi salnameya Sherqî tê pîrozkirin.

Çarshema Sor, li gor baweriya Êzdiyan xwedî taybetiyeke girîng e û di meha nîsanê de wek bûka salê tê qebûlkirin. Di vê mehê de dawet nayên kirin. Di roja Çarshema Sor de hêk tên boyax kirin û ev yek bi yekem car afirandina cîhanê re têkildar e.

Di Çarshema Sor de xwîn nayê rijandin û guneh e. Dîsa di Çarshema Sor de guhenên hatin kirin tên efûkirin û dawî li Sher û pevçûnan tên û wek roja ashtiyê tê qebûlkirin

Aknews

Reply Edited on 10/27/2010 01:03 PM.

BerxwedanJi...
Deleted user

Re: Çarşema Sor bû betlaneya resmî / Çarşema Sor wurde zum Feiertag

from BerxwedanJiyane on 10/27/2010 08:09 PM

Ist das heute ??

Reply

Radikal_Apo...
Deleted user

Re: Çarşema Sor bû betlaneya resmî / Çarşema Sor wurde zum Feiertag

from Radikal_ApoG_Lady on 10/27/2010 09:13 PM

Nein :D

Reply

Tahli
Deleted user

Re: Çarşema Sor bû betlaneya resmî / Çarşema Sor wurde zum Feiertag

from Tahli on 10/27/2010 09:20 PM

Nein, Çar$ema Sor ist der êzîdîsche Neujahrstag (Sersal) (nach êzîdîschem Kalender ist der Monat April der erste Monat im Jahr).
Man feiert Çar$ema Sor am ersten Mittwoch im Monat April nach dem julianischen Kalender.

Reply Edited on 10/27/2010 09:59 PM.

Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Re: Çarşema Sor bû betlaneya resmî / Çarşema Sor wurde zum Feiertag

from Azadiyakurdistan on 10/27/2010 10:01 PM

@ BerxwedanJiyane
Das hier steht im Text :D

Cejna Sersalê ya Êzdiyan ku dikeve Çarshema yekê ya Nîsana hemû salekê


Yani so wie Tahli beschrieben hat ist richtig :biji:.

Silav û Rêz
Azad

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Çarşema Sor bû betlaneya resmî / Çarşema Sor wurde zum Feiertag

from Kurdewari on 10/28/2010 01:41 PM

Also im Text geht es darum, dass der Tag "çarshema sor" ein Feiertag in Südkurdistan wurde.
An dem Tag ist es genau wie hier in Deutschland zum Beispiel ein Feiertag wie 3. Oktober (Tag der deutschen Einheit) ein Feiertag.

Die anderen yezidische Feiertage werden dann nur für Yeziden gelten als Feiertag.
Genau wie hier die in Bayern und Bremen andere Feirtage haben. Als Yezide würd eman, dann an diesen Tagen frei haben.
Nur "çarshema sor" gilt dann in ganz Südkurdistan als Feirtag.

Reply

« Back to forum