KNK: ji bo rayagiştî ya Kurdistanê deklerasyona acil

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

KNK: ji bo rayagiştî ya Kurdistanê deklerasyona acil

from Azadiyakurdistan on 05/30/2011 03:02 PM



Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di encama 11. Civata Gishtî de ji bo rayagishtî ya Kurdistanê û ya Herêmê deklerasyonek lezgîn acil) weshand. Di deklerasyona ku bi awayek “Girîng” û “Dîrokî” tê nirxandin de ‘maf û erkên netewî’ yên Kurd û Kurdistaniyan hatin rêzkirin.

KNK’ê di 11. Civata Gishtî ya ku beshdarbûna nunerên ji hemû partiyên Kurd, li paytexta Belçîka Brûkselê li dar dixe de KNK “Deklarasyona Erk û Mafên Neteweyî yên Kurd û Kurdistanîyan” wekî belgeyeke giring ya dîrokî qebûl dike û pêshkêshî bîr û rayagishtî Kurdistanê, Rojhilatanavîn û cîhanê dike.

Madeyên deklerasyonê wiha ne:

1. Navê erdnîgariya ku Kurd û gelên din yên kêmanî bi hev ra lê dijîn Kurdistan e û navlêkirinên kolonyalîst û dagîrkeran red dike û bang li Kurd û Kurdistanîyan dike ku navê Kurdistanê bi wêrekî bêjin û bi kar bînin.

2. Kurd û Kurdistanî mafdar in ku li ser axa xwe qedera xwe tayîn bikin û rengê desthilatdarîya xwe li goreyî daxwazên xwe tesbît bikin.

3. Kurd û Kurdistanî, bi taybetî li bakûr, rojhilat û rojavayê û herweha navçeyên ku li bashûr derveyî tixûbên Kurdistana Federal mane, navên cih û warên Kurdistanê yên ku dewletên Tirk, Îran û Sûrîyeyê û herweha Iraqa Beasê bi amanca bishaftin û jenosîdê guherî û kirine Tirkî, Farisî û Erebî bi biryardarîyeke bilind ya neteweyî qebûl nekin û navên Kurdî û yên zimanê xwe bêjin û bi kar bînin.

4. Kurd û Kurdistanî, hewildanên tengkirina tixûbên Kurdistana Federal qebûl nekin û di serî de Kerkûk û hemû navçeyên di nav tixûbên xwezayî yên Kurdistanê da biparêzin.

5. Kurd û Kurdistanî, li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê navên bi zimanê xwe danin ser zarokên xwe û pashnavên xwe yên Tirkî, Farisî û Erebî biguhurin û bikin Kurdî û zimanê xwe.

6. Kurd û Kurdistanî, makzimanên xwe hakimî jîyana xwe bikin û daxwaza perwerdeya bi makzimanên xwe bilindtir bikin û pirzimanîyê li ser hemû dem û dezgehên dewletên serdest "de facto" ferz bikin.

7. Ala, flama û sembolên neteweyî li her derê pêdivî bi kar bînin û di rojên ku wateya xwezî û daxwazên neteweyî didin de cil û bergên neteweyî bikin ber xwe.

8. Bazirgan û esnafên Kurd û Kurdistanî, temamî firoshkarî û bizava xwe ya bazirganî bi Kurdî û zimanên xwe bikin û xelk jî kiryarîya xwe bi zimanê xwe bikin.

9. Kurd û Kurdistanî, bawerî, dîn û diyaneta xwe ya xwemal bijîn û wacibên bawerîyên xwe li goreyî rêz û rêzikên xwe bi cih bînin û dîn û diyaneta "fermî" red bikin û bi cih neyînin.

10. Kurd û Kurdistanî, hemû cudahîyên xwe yên ji sîstem û çanda fermî ya dewletên serdest derêxine pêsh û shîn û şahîyên xwe, jiyana xwe bi cudahî û rengên xwe yên neteweyî ve bijîn.

11. Kurd û Kurdistanî, li hemû parçeyên Kurdistanê û meydanên dîasporayê di astê bi awayek herî bilind pishtevanîya neteweyî xurt bikin û dijî kir û kiryar û dek û dolabên dewletên serdest bi hishyardarîyeke bilind ya neteweyî destekeke mutleq bidine hevdu.

12. Kurd û Kurdistanî, ji bo peydakirin û wergirtina destek û hevkarîyên navneteweyî, di serî da digel demokrat û pêshverûyên ji xelkên serdest û herweha hemû humanîstên cîhanê, xebat û têkoshîneke fedekarane bikin.

13. Kurd û Kurdistanî, di serî de ji bo azadîya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk yên li seranserê dewletên kolonyalîst û li welatên dî, xebat û têkoshînê wekî pishtgirîyeke neteweyî qebûl bikin û di nav hewildanan da bin.

14. Kurd û Kurdistanî, pishtevanîya herî mezin bidine pêshengîya polîtîk û leshkerî û li bizava neteweyî xwudan derkevin û herweha ciwanên Kurd û Kurdistanî leshkerîya dewletên serdest red bikin û neçine leshkeriyê.

15. Kurd û Kurdistanî, hemû edetên kevneperestî û zordarî û desthilatîya mêrshahî ya li ser jinê red bikin û mafên jinan di dereceya wekhevîyê da bigirin û bi cih bînin.

ANF NEWS AGENCY

Silav û Rêz
Azad

Reply

Kudo21
Admin

34, male

  Fortgeschritten

Administrator/in

Posts: 1065

Re: KNK: ji bo rayagiştî ya Kurdistanê deklerasyona acil

from Kudo21 on 05/30/2011 08:29 PM

Was ist das für ne Zeichen ??? Klingt ja sehr wichtig zu sein der artikel !

Reply

Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Re: KNK: ji bo rayagiştî ya Kurdistanê deklerasyona acil

from Azadiyakurdistan on 05/30/2011 08:44 PM

Das ist das Zeichen von Kurdistan National Kongress KNK.

Lies dir mal die einzelnten Punkte durch die ersten sind sehr wichtig, z.B

1. Der Namer der Gebiete wo die Kurden in Mehrheit mit andere Minderheiten leben heißt Kurdistan. Und das Wort Kurdistan soll für diese Gebiete auch benutzt werden.

Silav û Rêz
Azad

Reply

Kudo21
Admin

34, male

  Fortgeschritten

Administrator/in

Posts: 1065

Re: KNK: ji bo rayagiştî ya Kurdistanê deklerasyona acil

from Kudo21 on 05/30/2011 11:59 PM

Wer sind die ?? ist das diese neu Bündnis zwischen allen kurden ?? Wann haben sie diese punkte verfasst ?? Wer war dabei ?? usw usw

Reply

Bonafight
Deleted user

Re: KNK: ji bo rayagiştî ya Kurdistanê deklerasyona acil

from Bonafight on 05/31/2011 10:53 AM

Was ist das für ne Zeichen ??? Klingt ja sehr wichtig zu sein der artikel !


das stammt aus dem medischen reisch und ich bin dafür wenn wir unser kurdistan haben das das zeichen dann als wappen dienen wird

Reply

« Back to forum