Talebanî: Ez biryara îdama Tariq Aziz îmze nakim

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


GulaKurdistane
Deleted user

Talebanî: Ez biryara îdama Tariq Aziz îmze nakim

from GulaKurdistane on 11/17/2010 02:03 PM

Hewlêr, 17 Mijdar (AKnews) – Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, diyar kir, biryara îdama Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Tariq Aziz di dema Seddam Huseyin de , îmze nake.

Jelal Talabani , Kongrai PUKTalebanî, ku ji bo civîna Sosyalîst Enternasyonal li paytexta Fransayê Parîsê ye, ji kanala Fransayê France 24ê re axivî û wiha got, “Ez biryara îdama Tariq Aziz îmze nakim, ji ber ku ez sosyalîstim.”

Talebanî, diyar kir, Tariq Aziz mirovekî xirîstiyan e û temenê wî jî ji 70 salan zêdetir e.

Dadgeha Bilind a Iraqê, 26ê cotmeha îsal, biryara îdama Cîgirê berê yê Serokwezîrê berê yê Iraqê Tariq Aziz di dema Seddam Huseyin de, dabû.

Berdevkê Dadgeha Bilind a Cezayê Giran a Iraqê Abdul Sahib, dabû xuyakirin, Tariq Aziz bi tawana ku$tina endamên Partiya Dawa ya $îî, cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Vê gavê, Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî, serokatiya Partiya Dawa dike.


AKnews

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Talebanî: Ez biryara îdama Tariq Aziz îmze nakim

from Kurdewari on 11/17/2010 05:08 PM

Ez nizanim jo bo vê biryarê çi bêjim.
Ma gelo Celal Tlabanî kiryarên Tariq Ezîz ji bîr kirine?
An jî ji ber hemî çavên Cîhanê ku Cîvîna sosiyalista li parîsê hema wisa got?
Sedemên gotinên wî çine? Ma dixwazê dilpaqijîya gelê kurd shanî cîhanê bidê?
Yan jî ji ber ku fileh e (xiristîyan) û naxwazê dilên filehan li Cîhanê û Îraqê xirabikê?
Wek ku ez dizanim Tariq Ezîzr di dema Seddam hisenî de li dijî partîya dewa yê bû ku niha Nuri El-Maliki serokatîya wê dikê.
Gelo ev ji bo dijî Nuri El-Maliki ye? Ev mesajek ji bo El-Maliki ye?

Ev biryar gelekî girînge. Lê ez dixwazim hînî vê biryarê bibim. Hin hene ku pêshnîyarên pêwîst pêshkêshî me bikê?

Reply

Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Re: Talebanî: Ez biryara îdama Tariq Aziz îmze nakim

from Azadiyakurdistan on 11/17/2010 06:44 PM

Ew ji bo bidarvekirina (îdamkirina) Sadam Hûsên jî îmze nekir ji ber ku Talebanî sosyalîste.
Lê di vir de gerek mam Celal berî her ti$tî bi mêjiyekî Kurdî bifikire ne sosyalistî. Wek Kurdek û serokê partiyeke kurdî gerek mam Celal îmze bikira.

Sadam hûsên jî ne Kurdan îdam kirin $îiyan wî îdam kirin. Kurd naxwazin xwe têkin meselên wisa ji bo ku ereb ji wan nexeyidin û nebêjin aha we dît Kurdan Sadam bidarvekirin. Kurd dixwazin ereb Sadam û hevalên wî bidarve bikin.

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum