Witze/ Henek

1  |  2  |  3  |  »  |  Letzte [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Witze/ Henek

von Azadiyakurdistan am 11.06.2010 00:22

Kurikê 10 salî mê$an(Fliege) dikuje. Rakêta mê$an di dest de û dide dû mê$an, wan dikuje û sebra xwe tîne.

Lawik carekê dibîne wa du mê$ di ser hev de ne. Meraq dike, dike nake tê dernaxe bê sedema livesiwarhatina mê$an çi ye. Axir lawik radibe ji dêya xwe dipirse: "Dayê, ma mÊ$ên nêr hene ?"

Dêya wî dibêje:" Erê kurê min, mê$ên nêr hene." Dayika lawik $ikê ji ti$tekî nake û pirsa kurê xwe normal dibîne.
Pi$tre kurik cardin dipirse:"Dayê, ma mê$ên mê jî hene?" Jinik îcar tê digihê, zane ku mesele hat ser seksê.

Jinik dibê:"Na kurê min, mê$ên mê tunene." Lawik hema rakêta di destê xwe de li herdu mê$an dixe û dibê:"Min di we kirino, naxwe hûn qûnek in newlooo" û wan dikuje.

:D:D

Silav û Rêz
Azad

Antworten

MeLo.21
Gelöschter Benutzer

Re: Witze/ Henek

von MeLo.21 am 11.06.2010 13:38

Dêyek bi 7 Zarokan, ji Zarokên xwe re 7 hêkan cê kir, Zarokan pirs kirin: ma Dayê tu ne birciyî? Dayê: na ez kurbana we bim Zarokên min, her yekî nîvî bidin min bese ez têrim :D

meiner ist besser haha xD

Antworten

MeLo.21
Gelöschter Benutzer

Re: Witze/ Henek

von MeLo.21 am 11.06.2010 13:47

Ken û Henek

hahaha die haben das voll geil gemacht :D:D

Antworten Zuletzt bearbeitet am 11.06.2010 13:49.

MeLo.21
Gelöschter Benutzer

Re: Witze/ Henek

von MeLo.21 am 11.06.2010 13:54

klicken:hahaha besteee :D:D

Antworten Zuletzt bearbeitet am 11.06.2010 13:55.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Witze/ Henek

von Azadiyakurdistan am 11.06.2010 21:29

haha deine videos sind super yaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Witze / Henek KEÇÊ JI MIN RE DERPÊ BÎNEEEEEE !

von Azadiyakurdistan am 16.08.2010 02:18


Rewîyê Kal

Ehmed merivekî pir fetisok û bi hêrs bû. Ji bo ti$tekî biçûk dikaribû agir berda mala xwe. Gundîyên wan nav lêkiribûn digotin “ Ehmedê Xirab “. Ji ber vê, jinika wî Elîf, gelek jê di tirsîya. Serpêhatîyên Ehmed ne yek ne didu bûn.

Bihar e, wextê cotkarîyê ye. Zivistanê gayeki Ehmed mirîye, bi yek gayeki jî cot nayê kirinê mixabin. Jinika xwe Elîfa belengaz di ber gayê din ve dike binê nîr û dest bi cot dike ku zevîyê bajo. Ji gundê hember Elî tê silavê lê dike û dibê: “ Wey malneket ev çi hale? Tu fedî nakî, te hermeta feqîr belengaz li ber ga girê daye ! Ma tu ji Xwedê jî natirsî lo!


Ehmed dibê: “ Ma ezê çawa bikim, ez xwe girêbidim wê kî maça (dox) cot bigre heyran? Xeyrî Elifê kî heye ?

Elî bibê: “ Sibê were gayê me bîne pê karê xwe bi qedîne, qey wê dinya xerabe?

Werhasil, Ehmed qanî dike, Elîf azad dibe.

Ehmed sibê zû radibe, bi rê dikeve û diçe ji gundê hember gayê Elî bîne. Di navbera herdu gundan de çemê Feradê diherike. Ehmed ga dajo tîne ber çem, ka$ dike, dehf dide, dike nake ga nakeve çem. Ehmed $alwarê xwe derdixe li serê ga dialîne ku çavê wî nebîne, ji avê derbas bike. Ga bi dehifandin dike çemê Feradê. Çem ga ka$ û berka$ dike û dûvre noq dibe, ga di çem de winda dibe. Ehmed haya wî ji xwe nîne ku bê derpê ye, bi wî halî bi lez bazdide hawarê li gundîyan dike, bi qêrîn:” Gayê min xeniqî(fetisî) werinnnn! “ Bi hawara Ehmed, yek tê bala xwe didê ku Ehmed bê derpê ye, dibê: “ Kuro va çi hal e, ka $alwarê te? Wa derpê te jî tune !

Ehmed bi halê xwe dihese û berê xwe dide girê (tepe) jora gund. Li wir bi qêrîn deng li Elîf’ê dike: “ Keçêêêê, zû ji min re derpê bîneeeee, ez rezîlbûm ha !”

Elîf bersiva wî dide û dibê: “ Here ji orispîya Helîm’ê derpê bixwaze, welehîn ez derpê nayinim ji te re, te fêm kir ?

Ji Elîf’ê werê Ehmed dîsa wek serpêhatîya berê ji mala Helîm’a qehbik revîye, lewma bê derpê maye.

Giremêrên me jî li me wilo kirine mixabin.

Gotin: “ Kurdistanek serbixwe “ nebû. Gotin: “ Konfederalîzm” ew jî nebû. Gotin: “ Demokratik cumhuriyet” ew qe nebû. Îcar dibên: “ Demokratik özerklik “ em jî wê qebûl nakin bi qebra hecî.

An Kurdistanek serbixwe, an jî tazî û rût protesto çalakî, bavo we got ERÊ !

Lotikxane

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 16.08.2010 22:17.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Witze/ Henek

von Azadiyakurdistan am 16.08.2010 13:43

Demokratik özerklik

Hevalno was bedeutet özerklik ??

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Parez
Gelöschter Benutzer

Re: Witze/ Henek

von Parez am 16.08.2010 14:10

@ Azadiyakurdistan

So viel wie demokratische Selbstverwaltung soll das heißen.

Ich stimme dem Autor voll und ganz zu. Lieber kein Kurdistan, als eine "demokratisch selbstverwaltetes" "Kurdistan", wobei ich bezweifle, dass diese "selbstverwaltetes" Gebiet jemals den Namen Kurdistan tragen würde.

Silav

Hayrî

P.S: Türkei in die EU!

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Witze/ Henek

von Azadiyakurdistan am 16.08.2010 15:26

Sipas Heval also bedeutet das bi Kurdî " Xweseriya Demokratîk"

Ich finde zur Zeit eine demokratisch selbstverwaltetes Kurdistan in bakûr eine vorübergehende Lösung mit dem Namen Kurdistana Bakûr oder so ähnliches, dann müssen ba$ûr û bakûr in allen Bereichen zusammen arbeiten ob wirtschaftlich polititisch oder sonst was. Wenn die beiden selbtsverwaltete Gebiete dann reif werden ein Land zu regieren, da bin ich dann für ein unabhängiges Kurdistan.

PS: Die Geschichte gefällt mir :haha:

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 16.08.2010 15:27.

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Witze/ Henek

von Kurdewari am 29.08.2010 12:57

Hevalê tirsonek..
Pekenin - 17 Dec 2009

Rojekê du heval di nav daristanê de digeriyan. Ji niska ve hirçek derket pêsiya wan. Yek ji wan reviya û hilkisiya ser darekê. Yê din di cihê xwe de ma.

Nizanîbû çi bikira, hema xwe bi devûrû avêt erdê û xwe li mirinê danî. Hirç hat ser wî. Wî nefesa xwe çikand. Hirçê lase wî bîhn kir û got qey ew mirîye û ji wir çû.
Pistî ku hirç çû, yê ser darê, bi ken daket jêr û ji hevalê xwe pirsî:
- Hevalo ka bêje, hirçê di guhê te de çi got?
- Ji min re got: ”mebe hevalê kesên revok û tirsonek.”
------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Kurdekî, ji qeza Qûliyê..
Pekenin - 17 Dec 2009

Kurdekî, ji qeza Qûliyê ji bo îltîcayê çû ye Swêde
Ew çend rojên din Shunda jî, ji bo îfade xwe çû ye cem polîsa
Polisê Swêd jê pirs dike: "Li welat tu bi çi karî mijûl bû?"
Kurd got: "Ez porbir (kuaför) bûm."
Pûlisê Swêd jê pirs dike: "te li welat çi xebate sîyaset kir ku tu hatî vir. Sîyasete te çi bû ?"
Kurd got: "Ez mîrovekî ne siyasî me û min li welêt jî, tu xebateke siyasî nekiriye"
Pûlisê Swêd jê pirs dike: "Wê çaxê sebebê hatina te qey aborî ye ?"
Kurd got: "Na, li welêt halê min pir xwesh bû, pere min jî, pir bûn"
Pûlisê Swêd jê pirs dike: "Ê heger sebebê hatina te ne siyasî ye û ne jî aborî ye, wê çaxê ji bo çi tu hatî li vir îltîcayê dikî?"
Kurd got: "mushteriyên min gisht hatin vir, lo ma ez mecbûr mam, min jî, xwe da dû wan.

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Pishtîvan..
Pekenin - 28 Apr 2009

Pishtîvanek (hemal yan hamal) birêde diçe û bang dike:
-Pishtîvan pishtîvaaaaan
Jinikek dengê pishtîvan dibhîze û jê dipirse:
-Pishtîvano demjimêr (seet) çend e loo?.
Pishtîvan:
-Demjimêr shêsht e shêst.
Jinik:
-Xwedê bela te bide te pishtîvano, ma demjimêr dibe shêst mal xirabo?
Pishtîvan:
-Xwedê bila bela te jî bide te, qehpika çolê ma tû carî demjimêrê pishtîvanê feqîr çêdibe hê?.

----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

50 dolar ..
Pekenin - 28 Apr 2009

Kurik ji bavê xwe re dibêje.
-Yabo, tê bîra te, tu soz dabû min ger min dibistan bi notê bash biqedanda tu jî 50 dolar bida min.
-Belê kûrê min çawa nayê bîra min.
-Wê gavê ez dikarim te dilshad bikim ku ew 50 dolar ji te re ma.

-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Huseynê Cinatî...
Pekenin - 28 Apr 2009

Huseynê Cinatî ji Stenbolê sivarê otobosê dibe û gava ku dikeve hûndirê otobosê hema liser kûrsîyekî de rûdinê. Pishtî demekê xwedyê kûrsîyê tê û dibêje:

-Bibore ew der cîyê min e, tu dikarî rabî herî li cîyekî din rûnê.

Huseynê cinatî:

- Na welleh nikarim.

xwedyê kûrsîyê dike nake nikare huseyn ji cîyê xwe rake. Diçe ji hostes re dibêje û alîkarî dixwaze. Hostes tê dibêje:

-Biborin em naxwazin we aciz bikin lê ew cî ne ya we ye, divê hûn ji wir rabin, ji ber ku xwedyê cî perê wir daye, ew cî cîyê wî ye.

Huseyn dibêje:

-De here lê welleh ez ji wir ranebûm û hew.

Hostês ji dinêre ku Huseynê serhishk ranabe û tû cara nabîne, dice ji kaptanê otobosê re mesela Huseyn dibêje. Kaptanê otobosê tê û li guhê Huseynre tishtekî dibêje. Husey hema cîde radibe û cîyê zilam jêre dixêle û diçe li dawîyê otobosêde rûdine. Yên ku di nava otobosêde rûnishtine hemû jî mereq dikin ku ka kaptanê otobosê di guhê Huseynde çi gotîye.

Hema yekî xwe nagre û ji kaptan dipirse:

-Kaptan we çi got ku ew gundîyê serhishk hema bi yek carî ji cîyê xwe rabû çû li dawîyê de rûnisht?

Kaptan dikene û dibêje:

-Min jêre got ku ew der naçe Cinata, kûrsîyê ku diçe Cinata li dawîyê otobosê ye.

-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Belengaz...
Pekenin - 28 Apr 2009

Belengazek, ji gosht firoshekî pirsî:

-Goshtê te heye xalo?
-Belê xwarzê, heye.
-Xwezî bi te xalo.

-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Zengil..
Pekenin - 28 Apr 2009

Mamoste ji shagirt pirsî:

-Kurro tu çima her car pîshtî ku zengil lêdide tê derê xwendin ê?.

Shagirt:
-Erê mamoste tu ji qedera xwedêkî, ka tu ji min re bêje hela çima her car berî ku ez bêm zengil lêdide?.

--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Te çi dizîye?..
Pekenin - 28 Apr 2009

-Ka rastîyê bêje hela, te çi dizî ye?
Diz:
-Ezbenî welleh min sê metro werîs dizîye.
Hakim: -Bes sê metro werîs?
Diz:
-Belê ezbenî sê metro werîs, li alîyekî werîs di destê min de bû û alîyekî din jî di stûyê çêlekek bû.

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Hakim û diz..
Pekenin - 28 Apr 2009

Hakim ji diz pirsî:
-Kuro ma tu sherm nakî, her roj tu li wirî qeshmer?
Di serê xwe rakir li hakim mêze kir û got:
-Ji bextê te de be, rastîyê bêje, yê ku pir liwire ezim an tu yî?...

Link

Antworten Zuletzt bearbeitet am 29.08.2010 13:09.
1  |  2  |  3  |  »  |  Letzte

« zurück zum Forum