'Viyan Kurdistan'
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
'Viyan Kurdistan'
from Newroz_2010 on 11/10/2010 09:37 PMMUGLA (DÎHA) - Li Navçeya Mîlasê ya Muglayê, malbata Gulsum û Mehmet Çelîk navê "Viyan Kurdistan" li zaroka xwe kir. Pi$tî malbatê nav li Midûriyeta Mîlazê dan qebûl kirin, vê carê Dozgeriya Komarê ya Îzmirê der barê malbata Vîyan Kurdistan a di 1'ê çileya 2010'an de hatiye dinê bi hinceta "Ne li gorî orf û edeta ye" doz vekir.
Li Navçeya Mîlasê ya Muglayê, malbata Mehmet û Gulsum Çelîk, navê "Viyan Kurdistan" li zaroka xwe ya di 1'ê çileyê 2010'an de hatiye dinê, kir. Malbata Çelîk, pi$tî hewldanên dûr û dirêj, ev nav li midûriyeta nifûsê dan qebûlkirin. Pi$tî ku navê Viyan Kurdistan hate qeydkirin Dozgeriya Mîlasê der barê bav Mehmet Çelîk de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" lêpîrsîn da destpê kirin. Pi$tî, lêkolîna Serdozgeriya Komarê a Îzmîrê ya li ser dosyayê, birayar ne$opandinê hate dayîn. Lê li gel vê biryarê vê carê jî li gorî xala 16'emîn a qanûna nifusê ku dibêje, "Lazime nav li gorî orf û edetan bin" der heqê dayik û bavê Viyan Kurdistanê de li 2'emîn Dadgeha Asileye Hiqûqê de doz hate vekirin. Pi$tî yekemîn dan$înê, doz ji 2'yê sibata 2011'an hate taloqkirin.
Bav Çelîk, diyar kir ku, beriyê biryar girtine navê keça xwe bikin Viyan, lê pi$t re jî ji ber hesreta xwe navê wê wekî "Viyan Kurdistan" diyar kirine. Çelîk wiha pêde çû: "Madem em di nava civakek azad de dijîn, wê demê lazime ev ti$te ba$ bên hezm kirin." Çelîk, destnî$an kir ku pi$tî biryara bê$opandinê, bi hinceta "Li dijî orf û edetan hatine" doz hatiye vekirin û wiha got: "Ev ti$tekî, ji xwe ye, ez ji di nava vê civakê de dijîm. Gelo ma ew me ji xwe nabînin. Ji ber wê wiha dikin. Dadgeh dê ji Saziya ziman sûçe me bibirse."
Quelle: http://www.rojaciwan.com/haber-62840.html