2. Kurde erreicht den Gipfel von Mount Everest und ruft: Alo Kurdistan!!!!!
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
2. Kurde erreicht den Gipfel von Mount Everest und ruft: Alo Kurdistan!!!!!
from Azadiyakurdistan on 06/07/2011 03:05 PM
Hemîd Dehqan bû duyem Kurdistanî ku kariye here heta zîrveya (serê) bilindtirîn çiyayê cîhanê, Çiyayê Everestê (8878 metre). Dehqan hefta borî, roja 19’ê Gulanê, di saet 07:00 de (Bi saeta Ewrûpa, Berlînê) telefonê nasên xwe yên Sine li Rojhilatê Kurdistanê kir û got, “Ez giham zîrveya Everestê, niha ji wir telefonê we dikim.’’
Hate zanîn ku Hemîd Dehqan ku endezyariyê dike, bi derfetên xwe yên shexsî û alîkariya heval û xizmên xwe çûye Everestê Hemîd 55 roj berê ji Sinê birêketibû. Beriya Dehqan dîsa kesekî Kurdistanî bi navê Mihemmed Ewraz di sala 1998’ê de çûbû zîrveya Everestê û di dîroka Îraniyan de bûbû kesê yekem. Ewraz pishtî serkeftina Everestê di ceribandineke din de di sala 2003’ê de li Pakistanê ji çiyayek shiqitî û ket û jiyana xwe ji dest da.
Ewraz dema ku gihabû ser Everestê helbestek qîriyabû û gotibû: “Qendîl ez perwerde kirime, da ku ez Everestê têkbibim.’’ Hemîd Dehqan jî Mihemmed Ewraz ji bîr nekiribû û wêneyekî wî ligel xwe biribû û li serê Çiyayê Everestê çikand.
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad