Hilfe
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Hilfe
from Ferbun on 05/13/2010 09:30 PM32 hezar PêÅmergeyên Zêrevanî hene PDF Çap bike E-name
Eme wek malpera zerevani.org nîvîsa rojnamenus û nîvîskar Dilbixwîn Dara ku roja 02 Hezîran 2009 di malpera www.avestakurd.net hatîye weÅandin belaf diken.
Dilbixwîn Dara: PêÅmergeyên Zêrevanî kî ne? Zêrevanî bi xwe artêÅeke çawa ye? Bersiva van pirs û gelek pirsên din di vê nivîsê de hûnê bibînin...
BaÅûrê Kurdistanê, tevî gelek kêmasiyan jî, pir bi lez tê avakirin û bi pêÅ dikeve. Ferqa ku me di navbera 2005-2009 de dît gelekî mezin bû. Kurdistan ne Kurdistana berê bû. Kurdistana 2009 gelekî ji ya berê moderntir bû.
TiÅtên xeran tune bûn, kêmasî tune bûn? Bê guman hebûn.
Weke nimûne, riyên wê xerab bûn. Dema ku rê çêkiribûn, li însanan nefikirîbûn, cih tunebû ku mirov ji aliyekî cadeyê biçe aliyê din, di dema çêkirina rê de tenê li otomobîlan fikirî bûn.
Me ji berpirsiyaran re behsa vê yekê kir, wan jî ew weke kêmasiyekê didîtin û diyar kirin ku ew li riya çareserkirinê digerin.
Li Kurdistanê, mebesta min baÅûrê Kurdistanê ye. Dixwazî bi balafirê biçe, dixwazî jî bi riya bejî, te gava xwe avête hundirê Kurdistanê û te pêl axa welat kir, tu yekser, pêÅmergeyê Zêrevanî li pêÅberî xwe dibînî.
Li ser sînor, li ber her daîreyekê, li kêleka her cihekî hesas, di her kolanekê de, baran be, berf be, tav be, ewr be, tu yan pêÅmergeyekî nobedar, yan jî grupeke pêÅmergeyan dibînî ku nobedariya cihê ku lê dimîne dike.
Berî ku em biçin serdana General Ezîz Weysî (Fermandarê GiÅtî yê PêÅmergeyên Zêrevanî), me hinek pêÅmerge dîtin û li rewÅa wan pirsî.
Piraniya wan ji halê xwe memnûn bûn. KêfxweÅ bûn ku di nava hêza Zêrevanî de cih digirtin.
PêÅmergeyê bi navê Aras, ku min ew li kêleka Keleha Hewlêrê dît, ji min re got, ew difikire ku dema pêÅmergetiya xwe dirêj bike –eger were qebûlkirin- Ew ji rewandizê hatibû Hewlêrê û li wê derê PêÅmergeyê Zêrevanî bû. Gazinên wî ji miaÅê wî hebû. Got, ew hêvî dike ku miaÅê wî zêde bibe.
PêÅmergeyên Zêrevanî êdî artêÅeke nîzamî ye
Ne bi wateya klasîk, pêÅmergeyên Zêrevanî êdî mirov dikare bêje bingeha artêÅeke nîzamî ye. Dîsîplîna di nava vê artêÅa Kurd ya biçûk de, dîsîplîna artêÅeke mezin e. Ew bi Åêweyekî modern têne perwerdekirin. Åêweyê perwerdeya wan Åêweyê rojavayî ye.
Ew hem di warê eskerî de, hem di warê rewÅenbîrî de hem jî di warê civakî de bi awayekî peryodîk têne perwerdekirin.
Em ji xelkê dipirsin, ka nêrîna wan li ser Zêrevanî çi ye? Her kes dibêje, ew gelekî bi terbiye û bi exlaq in. Karê xwe baÅ dikin. Kesê ku problemên wî derkevin jî, ew li gora destûra hundirîn têne cezakirin.
Di nava PêÅmergeyên Zêrevanî de jin jî hene. Jinên Zêrevan bi piranî di warê îdarî de kar dikin. Gelek ji wan di ragihandinê de wezîfedar in.
Kesê ku derbasî nava pêÅmergeyê Zêrevanî bibe, ji bo ku were qebûlkirin, gelek test jêre lazim in, di serî de divê dosya wî pak be, divê kefîlekî wî hebe, divê ji bo fedekarî û parastina Kurdistanê amade be... divê bi kêmanî 3 salan peymanê çêbike... û gelek daxwazên din, eger hate qebûlkirin, ew êdî derbasî nava grupa perwerdeyê dibe û tê perwerdekirin, piÅtre kincên PêÅmergeyê Zêrevanî li xwe dike û diçê cihê ku ji bo wî/wê hatiye destnîÅankirin.
General Ezîz Weysî
Lîwa Ezîz Weysî, fermandarê giÅtî yê Zêrevanî ye. Ev hêz, bi destê wî hatiye mezinkirin. Kesên ligel wî kar dikin dibêjin, ew Åev û roja xwe dide PêÅmergeyên Zêrevanî.
Ew bi hêminî fedekarî û tecrubeya xwe li Kurdistanê naskirî ye. Ew bi xwe ji Duhokê ye, ji gundê Banê ye, kurê Åehîdekî navdar e, bavê wî Weysî Banê, li herêma Behdînan cihê rêzgirtinê ye. Weke pêÅmergeyekî qehreman tê naskirin.
Serokerkanê Iraqê Babekir Zêbarî, dema ku me hevpeyvîn pêre çêkir, got “Weysî Banî semboleke durustî, fedekarî û qehremaniyê bû, ew Åehîdekî mezin e”...
PiÅtî ku em di ser gelek cihê kontrolê re derbas dibin û gelek caran têne rawestandin, em digihên baregeha Ezîz Weysî, ew bi rûyekî li ken pêÅwaziya me dike û me dibe odeya xwe.
Em gelekî suhbet dikin.
Di ber vexwarina çayê re, em hem dipirsin, hem bersiva pirsên ku ji me têne kirin didin.
Piraniya suhbeta me li ser parastina Kurdistanê çêdibe. Ew dibêje, Zêrevanî amade ye Kurdistanê biparêze, ew xwediyê wê fedekariyê ne.
Zêrevanî çi wezîfeyê dibîne?
Em dipirsin Zêrevanî hêzeke çawa ye?
General dibêje, Zêrevanî gelek wezîfeyan bi hev re dibîne, ew hem esker e, hem polîs e, hem jî tîma taybetî ye. Li her cihekî ku pêwîst be, Zêrevanî li wê derê ye. Hinek caran jî dema ku tê xwestin rola polîsê trafîkê jî dibîne, yan jî polîsê parastina jîngehê...
Zêrevanî li gora ku general Ezîz Weysî dibêje, dema ku mêvanên hikûmetê tên, ew bi parastina wan kes yan jî Åandeyan jî radibin.
Bi rastî jî weke ku me dît, Zêrevanî hêza herî xurt bû li Kurdistanê. Em diçûn kuderê em li wan rast dihatin.
Ew dibêje, artêÅa ku ew dixwaze hîn nehatiye avakirin. Lê belê wî hêzeke xurt, bi dîsîplîn û pir fedekar ava kiriye.
PêÅmerge divê bingeheke wî ya kulturî hebe, dibêje. General Ezîz Weysî bi xwe girîngiyeke mezin dide perwerdeya rewÅenbîrî, “pêÅmergeyên Kurd divê di warê rewÅenbîrî de perwerdekirî bin, divê zana bin, divê haya wan ji dinyayê hebe...”
32 hezar PêÅmergeyên Zêrevanî
Hêza PêÅmergeyên Zêrevanî 32 hezaran derbas dike. Eger rê vekin, wê hejmar duqat bibe. Lê belê ew niha nafikirin ku hejmarê zêdetir bikin.
General Ezîz Weysî dibêje, gelek keç û xortên Kurd, her demê serî li wan didin û doza wê yekê dikin ku bibin PêÅmergeyên Zêrevanî.
Lîwa Ezîz Weysî, bi xwe hemû hêza xwe kontrol dike, pirsgirêkek hebe, bi xwe pêre mijûl dibe. Hez nake karê xwe bihêle roja din.
Mêvanên Zêrevanî
Dema ku em li wir bûn, Zêrevanî hema hema her roj pêÅwaziya Åandeyan dikir. Ji gelek welatan, Åandeyên eskerî û sivîl dihatin serdana PêÅmergeyên Zêrevanî.
Navbera Zêrevanî û Hêzên Hevpeyman yên li Iraqê gelekî baÅ e, bi taybetî ligel hêzên Amerîkî.
Her wiha Kurd jî, bi taybetî Kurdên ji beÅên din yên diçin serdana Kurdistanê, bi serdana PêÅmergeyên Zêrevanî gelekî kêfxweÅ dibin. Eger dema wî hebe, Ezîz Weysî bi xwe bi wan mêvanan re mijûl dibe.
Gelek hunermendên Kurd jî, gelek caran diçin li Zêrevanî konseran pêÅkêÅ dikin. Pêwendiya Zêrevanî û gel pir germ e.
Dema ku em li wir bûn, zêdetirî sed xwendekarên zanîngehê hatibûne serdana Zêrevanî. Ji her çar beÅên Kurdistanê hatibûn.
Hinek ji wan ji bajarê min jî hebûn. Hatibûn li baÅûr dixwendin. Bi dîtina Zêrevanî ji nêzîk ve, gelekî kêfxweÅ bûn. Min ji xwendekarê bi navê Rêdûr pirs kir, te çawa dît?
Got, “weke xeyalekê ye, gelekî serbilind im ku em Kurd xwediyê hêzeke wiha ne...”
BaÅûrê Kurdistanê - HewlêrHi
kann mir jmd bei der verständigung helfen...
Kurdisch - Deutsch Wörterbuch
www.ferbun.de
Re: Hilfe
from Azadiyakurdistan on 05/14/2010 11:45 PMJa können wir aber was willst du denn genau wissen ?
Silav û Rêz
Azad