Elawî daxwazên kurdan îmza kir
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Kurdewari
Deleted user
Elawî daxwazên kurdan îmza kir
from Kurdewari on 08/15/2010 04:06 PMElawî daxwazên kurdan îmza kir
15ê Tebax 2010/13:58
Serokê Lîsteya El Iraqiyeyê Eyad Elawî daxwazên kurdan ên ku di çarçoveya danûstandin û gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê de pêshêshî aliyên siyasî kiribûn, îmza kir.
Dengê Azad / Hewlêr
Daxwazên kurdan ku ji 19 xalan pêk tên di çarçoveya danûstandin û gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê de ji aliyê Shandeya danûstandinê a Îtilafa Fraksiyonên Kurdistanî ve pêshkêshî her yek ji serokê El Iraqiyeyê Eyad Elawî û serokê Lîsteya Dewleta Qanûnê Nûrî
Malikî hatibûn kirin û hatibû ragihandin ku her kes yan aliyek bi nivîskî rezamendiyê li ser wan daxwazan nîshan bide, ji bo pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê, kurd dê pishtevaniyê li wî aliyî bikin.
Li gor zanyariyên ku ketine destê Rojnameya Asoyê, Elawî berî du rojên daxwazên kurdan îmza kiriye ku pêk tên ji du tewereyên nishtîmanî û tewereya têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federal û bicîhanîna madeya 140'ê, dosyeya pêshmerge, dosyeya petrol û gaze, posta serokkomariyê, serhijmêrî, guhertina yasaya hilbijartinê û budce beshek in ji wan daxwaziyan.