'Naveroka Vebûna Kurd a AKP-ê vala bû'

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

'Naveroka Vebûna Kurd a AKP-ê vala bû'

von Kurdewari am 03.10.2010 11:47

'Naveroka Vebûna Kurd a AKP-ê vala bû'
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-09-29 12:55:21



Wezîrê perwerdeyê ê Herêma Kurdistanê û nunerê PDK-ê ê Tirkiyeyê ê berê Sefîn Dizeyî îdîa kir ku naveroka "Vebûna Kurd" a ku par ji bal AKP-ê hat destpêkirin valabû.

Rojnamevana Milliyetê Serpil Yilmaz radigihîne ku dievdîtinekê deli Hewlêrê, Wezîrê perwerdeyê ê Herêma Kurdistanê û nunerê PDK-ê ê Tirkiyeyê ê berê Sefîn Dizeyî îdîa kiriye ku naveroka "Vebûna Kurd" a ku par ji bal AKP-ê hat destpêkirin valabû.

Dizeyî got ji ber vê jî"terefê li hember jî asta daxwazên xwe hilkishand jorê da di navberê de li derekê bê lihevkirin. Li gor Dizeyî "teza BDP-ê ya "otonomiya demokratîk" wek kozeka siyasî hatiye berpêkirin.Dizeyî wiha got:
"Hîç feyde nade ku hukumet plîtikayeka wiha bimeşîne ku xwe bispêre perçebûna PKK-ê an daxistina hêza Îmraliyê. Divê Tirkiye ji PKK-ê serbixwe polîtîkayekê diyar bike. Ji bo cîbicîkirina vê polîtîkayê jî nexsheriyekê deyne û hedefên 3 yan 5 salan deyne ber xwe.

Heta hedefên siyasî yên Tirkiyeyê ên li ser pirsa kurd zelal nebin tu encamê nade ku ew ji Ewropayê an ronakbîrên kurd piştgiriyê bixwaze. Berê bila Tirkiye nexsheriya xwe deyne meydanê, konferansa ronakbîrên kurd jî ê vê binirxîne."

Sefin Dizeyî wek tê zanîn 12 salan wek nunerê PDK-ê ê Anqerê li Tirkiyeyê ma. Ew bi xanimeka tirk re jî zewicandî ye; rewsha Tirkiyeyê ji nêzîk ve dişopîne.

Netkurd

Antworten

« zurück zum Forum