2 neue kurdische Sender KomarTV und Urmiye TV

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

2 neue kurdische Sender KomarTV und Urmiye TV

from Azadiyakurdistan on 03/11/2012 09:13 PM



Es werden bald 2 neue kurdische Sender geben KomarTV aus Ost-Kurdistan (Iran) und Urmiye Tv, der von einer Gruppe Kurden in England gegründet wird.

Hewlêr (Rûdaw) – Biryare di roja yekemîn a Newroza îsal de, du kanalên Kurdî yên bi navê Komar TV û Urmiye TV dest bi weşanê bikin. Ev yek jî di demekê de ye ku meha borî du kanalên din ên Kurdî yên bi navê Stêrk TV û Nûçe TV dest bi weşanê kirin.

Li gor malpera Nnsroj.com; rêxistinek bi navê Tevgera Komarîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê bi niyete kanalek esmanî ya bi navê Komar Tv damezirîne. Armanca damezirandina vê kanalê jî ew e ku wê ragihandina ne hizbî be, her kes wê bikare dîtin û nêrînên xwe di nav wê kanalê de bênin ziman.

Tevgera Komarîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa wê yekê dike ku wê di Newroza îsal de weşana testê ya Komar Tv dest pê bike. Pêwîste desteya rêveberiyê ji kesên ne hizbî û rojnamevanên ku kar dikin, ji bo Komar TV wekî trîbûn, sekoya neteweyî, azadî û demokrasiya li Rojhilatê Kurdistanê be. Biryare Komar TV li ser satalêta Hotbird, bi frakansa 1604 H, Symbol Rate: 27500, Fec: ¾ dest bi weşanê dike.

Herwiha komek çalakvanên Kurd ên li Brîtanya jî bi damezirandina kanalekî esmanî ya bi navê Urmiye TV ve mijûl in. Rojnamevanê Kurd Xalid Ehmedî di vê derbarê de got: "Urmiye TV kanalekî serbixwe ye, wê piraniya bernameyên wê li ser Rojhilatê Kurdistanê bin. Herwiha wê bi sê zaraveyên Kurdî, Azerî û Aşûrî weşanê bike. Wê hewl bidin ku pireke peywendiyan navbera rûniştvanên Urmiyê de dirûst bikin."

Hêjayî gotinê ye ku di meha çile ya îsal de bi hewldanên Tirkiyê, weşana Roj TV hat astengkirin. Piştî herdu kanalan jî Stêrk TV û Nûçe TV dest bi weşanê kirin.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 03/11/2012 09:14 PM.

Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Re: 2 neue kurdische Sender KomarTV und Urmiye TV

from Azadiyakurdistan on 04/10/2012 01:44 PM



Urmiye Tv hat mit der Sendung angefangen!

Hotbird
DL freq.: 11604 Ghz
FEC: 5/6
Pol.: H
SR: 27500

E-mail: urmiye.tv@gmail.com

www.urmiye.tv

Tel: 00447761682000

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum