Ala ‘Kurdistanê’ di cejna komra Tirkiyeyê de

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Ala ‘Kurdistanê’ di cejna komra Tirkiyeyê de

von GulaKurdistane am 29.10.2010 22:43

Hewlêr, 29 Cotmeh (AKnews) – Tirkiye, dê îsal ji bo cara yekê, li Hewlêrê jî, roja 29ê Cotmehê cejna komarê pîroz bike.

selcenDi merasîma pîrozbahiya cejna komarê ya Tirkiyeyê de ku î$ev li Hewlêrê li konslosa Tirkiyeyê tê lidarxistin, bo cara yekê dê ala Kurdistanê jî li kêleka ala Tirkiyeyê cî bigire.

Merasîma pîrozbahiya cejna komara Tirkiyeyê, ji ber nûbûna avahiya konslosê, dê di salona konferansê ya “Saad Abdullah Convention Center” were lidarxistin.

Serkonslosê Tirkiyeyê Aydin Selcen, dê di merasîmê de axaftinekê bike û dê pi$t serê wî jî, ala Kurdistanê li kêleka ala Tirkiye p Iraqê cî bigire.

Aydin Selcen, bo rojnameya Hurriyetê ragihand, rayedarên pilebilind ên Hewlêrê û her wiha parêzgarên Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê hatin vexwendin bo resepsiyonê.

Selcen, got, “Di herêmê de, ala Iraq û herêmê bi hev re tê bikaranîn û me jî ev yek xerab nekir, bi vî awayî, dê ala Iraq û Hikûmet Herêma Kurdî dê kêleka ala me cî bigire.”

Di serdana Mesûd Barzanî ya hezîranê bo Tirkiyeyê de, tenê ala Tirkiyeyê li ser maseyê dihat dîtin û vê yekê bala her kesî ki$andibû.

Antworten

« zurück zum Forum