Amed: Wir sind alle KCK

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Zagros
Gelöschter Benutzer

Amed: Wir sind alle KCK

von Zagros am 03.12.2011 15:07

Heute haben sich 10 tausende in Amed versammelt und gegen die KCK-Operationen demonstriert. Die TeilnehmerInnen riefen, „Wir sind alle KurdInnen, wir sind alle KCK"; „Biji Serok Apo" ; „PKK ist das Volk das Volk sind wir"....

AMED - Bi 10 hezaran kesên beşdarî mîtînga BDP'ê ya li qada Îstasyonê ya bi navê "Ez li vir im, li vîna xwe xwedî derdikevim" pêk hat bûn bi yek dengî gotin "Em hemû li vir in, Em hemû KCK'yî ne".

Rêxistina BDP'ê ya Amedê, bi boneya operasyonên siyasî û leşkerî û girtinên di bin çavên "KCK'ê" de didomin şermezar bikin li qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng pêk anî. Piştî bi hezaran kes di kontrola lêgerînê ya polîsan re derbas bûn derbasî qada mîtîngê bûn. Mîtînga "Ez li virim, li vîna xwe xwedî derdikevin" bi rêzgirtinê destpê kir. Li qada mîtîngê ji ber dowîz û pankartên kesk, sor û zer qada mîtîngê bi rengên kesk, sor û zer xemilî. Li qadê pankarta mezin ya "Ez li vir im, li vîna xwe xwedî derdikevim" vekirin. Ji dika mîtîngê jî bê navber strana "Dîren Diyarbakir" hate strîn. Bi 10 hezaran kesan bi yek dengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Em hemû KCK'yî ne" û "PKK gele, gel li vire" û "Şehîd namirin" berz kirin. Hemwelatiyên ji navçayên Bismil, Farqîn, Erxenî, Lîce û navçeyên derdorê din hatin bi pankart û dowîzên xwe reng û hêz dan mîtîngê. Bi hezaran kesên ku ji navçeyan hatin pankartên "Ez li vîna xwe xwedî derdikevin" vekirin û heta qada mîtîngê meşiyan.

Di mîtîngê de Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demîrtaş, parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Emîne Ayna, Altan Tan, Halîl Aksoy, Ayla Akat Ata, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Rêveberên BDP'ê yên navendî Meral Daniş Beştaş, Yildiz Aktaş Mehdi Perinçek, Huseyin Dag, Şaredarên BDP'ê yên Amed û navçeyên wê nûner û rêveberên KCD, HAKPAR, KADEP, OSP, TŞDK, EMEP, ESP, Partîzan, MEYA-DER, TUHAD-FED, TUHAD-DER, KURDÎ-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Goç-Der, Komeleyên Hemwelatiyên Azad, Foruma Civakîe ya Mezopotamyayê, Navenda Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê DÎKASUM, KARDELEN û gelek kesên din jî amade bûn.

Piştî mîtîngê dest pê kir, zêdeyî 50 hezar kes li qada mîtîngê kom bûn û mîtîngê bi rêzgritin û siroda "Çerxa şoreşê" destpê kir. Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Ahmet Gezer, axaftina vekirinê kir û gel silav kir.

ZUMRUT: GELÊ AMEDÊ QET KOLETIYÊ QEBÛL NAKE

Hevserok Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî axivî u diyar kir ku, li gel PKK'ê pêvajoya bêçalakiyê daye destpêkirin jî dîsa operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin û gelê Amedê û gelê Kurd dê qet koletiyê qebûl nekin. Zumrut, anî ziman ku ew dê heta dawî ji bo rûmet, çand, ziman, nasname û vîna xwe têbikoşin û têkoşîna azadiyê bilind bikin. Zumrut, polîtîkayên AKP'ê yên komkujiyê jî şermezar kir û da zanîn ku gelê kurd li hemberî van polîtîkayan gavan bi paşve nade avêtin.

Mîtîng bi axaftin û muzîkê berdewam dike.

ANF

3256fa28-1.jpg

Antworten Zuletzt bearbeitet am 03.12.2011 15:08.

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Amed: Wir sind alle KCK

von Kurdewari am 03.12.2011 23:41

Wehşet: Polîsên tirk ciwanekî kurd kuştin!

 

NÛKURD - Di dema xwepêşandanên li navçeya Rêzan ya Amedê de polîsên...

 

Di dema xwepêşandanên li navçeya Rêzan ya Amedê de polîsên Dewleta Tirk gule li pişta ciwanê bi navê Murat Elîboz xist û Elîboz qetilkir. Hat ragihandin ku, Elîboz di encama guleya rastîn de hatiye qetilkirin.

Ciwanê bi navê Murat Elîboz yê 21 salî ku li Zanîngeha Yuzuncu Yil'a Wanê dixwîne û piştî erdhejê hatibû warê xwe navçeya Çinara Amedê, îro tevlî mitînga BDP'ê ya li Amedê ya bi navê "Ez li virim. Xwedî li vîna xwe derdikevim" bû û bû hedefa guleya polîsan.

Piştî mitîngê girseya ku Elîboz jî di nav de xwest berbi navçeya Rezanê ve bimeşe, polîsên AKP'ê xwe li meşa girseyê negirt û mudaxeleyekî tund pêkanî.

Mudaxeleya ku bi guleyên rastîn û bombeyên gazî pêkhatî, ciwanê bi navê Murat Elîboz ji pişta xwe gule xwar. Elîbozê ku giran birîndarbûyî, rakirin nexweşxanê lê li rexmê hemû mudaxeleyan nehat xilaskirin. Piştî otopsiya li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hatî kirin, hat ragihandin ku Elîboz bi guleya rastîn hatiye qetilkirin.

Hat ragihandin ku, wê cenazeyê Elîboz li Çinarê bispêrin axê.

Ein Junge (21) Namens Murat Eliboz der wegen dem Erdbeben in Wan nach Amed ausgewandert ist, hat auch dort dran teilgenommen. Als die Polizei einen Angriff starteten und mit Waffen geschossen haben ist Murat Eliboz dabei umsleben gekommen.

Antworten

« zurück zum Forum