‘Şanda Pîran’ sempozyûma aştiyê li dar dixe

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

‘Şanda Pîran’ sempozyûma aştiyê li dar dixe

von GulaKurdistane am 18.11.2010 20:30

Stenbol, 18 Mijdar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, “$anda Pîran a ji bo a$tiyê”, ku di nav de nivîskarên navdar Ya$ar Kemal û Vedat Turkali jî hene, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û mayîndebûna pêvajoya bêçalaktiyê ya ku ji aliyê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ve hatiye ragihandin, dê sempozyûumeke navneteweyî li dar bixe.

GENCAY-GURSOYBerdevkê $anda Pîran a ji bo a$tiyê Gencay Gursoy, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, dê ji bo mayîndekirina pêvajoya bêçalaktiyê ya ku ji aliyê KCKê ve hatiye ragihandin, bixebitin.

Gursoy, da zanîn, dê ji bo vê yekê, du sempozyûmên navneteweyî li dar bixin û wiha axivî:

“Yekemîn sempozyûm, dê derbarê xweseriya demokratîk ku li gorî qanûna Yekitiya Ewropayê (YE) rêveberiyên herêmî ye, were lidarxistin. A duyem jî, dê derbarê azadiya zimanê dayîkê û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê de bê lidarxistin. Dema lidarxistina sermpozyûman de, em dê bangewaziya girseyî ya ji bo a$tiyê bikin.”

Gursoy, got ku hikûmet hewl dide bêçalaktiyê ji rojeva xwe dûr bixe û wiha dom kir, “Her ku diçe dem namîne û pêwîstiya gavavêtinê jî roj bi roj zêdetir dibe.”

KCKê, heta hilbijartinên sala 2011ê yên Tirkiyeyê, biryara bêçalaktiyê girtibû.


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum