Avesta hemû kitêbên Ehmedê Xanî diweşîne

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Avesta hemû kitêbên Ehmedê Xanî diweşîne

von GulaKurdistane am 29.10.2010 22:52

Stenbol, 29 Cotmeh (AKnews) – Li Tirkiyeyê, We$anxaneya Avestayê, xebateke mezin derbarî fîlozof û helbestvanê herî navdar ê kurdan Ehmedê Xanî û berhema wî ya herî girîng “Mem û Zîn” de da dest pê kirin.

Edîtorê we$anxaneyê Abdullah Keskin, derbarî xebatê de agahî da AKnewsê û got, wan berê, kitêba ku bi kurdiya îroyê ji hêla Jan Dost ve hatibû amadekirin we$andine û çapa wan niha xelas bûne. Keskin got, Jan Dost, berê Mem û Zîn bi kurdî û erebî we$andibû û domand, “Di sala 2007 de me xwest tefsîra Mem û Zînê bi kurdiya îro amade bikein. Di sala 2008 de sempozyûma Ehmedê Xanî hebû, lê tefsîr negihî$t û me jî Mem û Zîn we$and.”

Keskin got, niha ev tefsîra Jan Dostê, yek jê bi cîldên nû du cureyan derdixin û ev xebata 750 rûpelan di TUYAPê de dê derxin firotinê.

Keskin got, li aliyê dîtir, bi Prof. Dr. Kadri Yildirim ku niha di Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de arîkarê rektorê ye re jî, derbarî Kuliyata Ehmedê Xanî de lihev hatine. Keskin got, di sala 2008 de jî Nûbihara Biçûkan, Eqîda Îmanê, bi tîpên erebî û latînî bi kurdiya wan a orîjînal we$andine.

Keskîn got, Prof. Dr. Kadri Yilidirim, li ser xebata tefsîra Mem û Zîn dixebite û dibe kû ev xebat 5-6 cîldan zêdetir be û domand:

“Me niha, derbarî Ehmedê Xanî û berhema wî Mem û Zînê de, bi pê$gotina 120 rûpelê, tevî wergera tirkî, wek 400 rûpelan we$and. Mirov dikare behsa sereserek ku ev 300 sal e di pê$ de ye bike. Diviya bû li ser vê kitêbê hê berê jî pir xebat bêne kirin lê, ji ber $ert u mercên kurd ev xebat nehate kirin.

Keskin got, ew wek We$anxaneya Avestayê, plan dikin ku, berhemên berê yên kurdan ku tîpên erebî hatine nivîsandin, ji nû ve biwe$înin.

Antworten

« zurück zum Forum