Aysel Tuğluk berê xwe da Îmraliyê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Aysel Tuğluk berê xwe da Îmraliyê

von GulaKurdistane am 01.11.2010 16:59

Hewlêr, 1 Mijdar (AKnews) – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera berê ya DTPê Aysel Tugluk, ji bo hevdîtina bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re çû Îmraliyê.

Li gorî nûçeya CHAyê, Aysel Tugluk a ku hefteya borî ji ber barînê nekarî hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re pêk bîne, îsal danê sibê saet 08.50ê bi parêzer Mehmet Sabırta$, Sebahattin Kaya, Ä°brahim Bilmez re berê xwe da Fermandariya Cendermeyan a Gemlikê.

Parêzeran bi tijî kîsikan rojname, pirtûk û kovar bi xwe re anîn.

Pi$tî presedura fermî Aysel Tugluk û parêzer ji bêndera GEMPORTê bi kosterê ber bi Îmraliyê bi rê ketin.

Tugluk, berê bi daxuyaniyekê ji AKnewsê re dabû zanîn ku ew ê ji Ocalan bixwaze ku dema “bêçalaktiyê” ku duhî qediya, dirêj bike.

Ji aliyê din ve, KCKê bi daxuyaniyekê diyar kir ku îsal pi$tî nîvro ew ê derbarê biryara “bêçalaktiyê” de biryara xwe a$kere bikin.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum