B. Salih : Die UNabhängigkeit Kurdistans ist in den Herzen der Kurden

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

B. Salih : Die UNabhängigkeit Kurdistans ist in den Herzen der Kurden

von Kurdewari am 30.03.2011 10:29

B. Salih: “Serxwebûna Kurdistanê di dilê Kurdan de ye”



Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Berhem Salih ji rojnameya Akshamê ya Tirkî re axivî û ragihand ku “serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê girîng e.”

Salih got: “Peywendiyên her du aliyan di qonaxine zehmet re derbas bûn… ta radeya ku kesî bawer nedikir ku serokwezîrê Tirkiyê dê rojekê serdana Herêma Kurdistanê bike.”

Di nava pirsan de, Akshamê li ser Kurdistaneke azad pirs kir û Salih jî weha bersiv da: “Ez bawer im ku her Kurdek dixwaze welatê wî yê azad hebe, lê ji bo Êraqê em gihîshtine peymana yekgirtina federaliya demokratîk, lê derew pêwîst nakin.. xewna Kurdan serxwebûna Kurdistanê ye…”

Berhem salih di bersivên xwe de weha berdewam kir: “Birayên me yên Ereb hene û ta ku mafên me parastî bin em ê bi wan re di welatekî de dijîn, lê dema ku mafên me wek hemû kesî neyê parastin em ê bi hev re nejîn.”

Salih ji Akshamê re ragihand ku gelek şerîkeyê Tirk li Herêmê kar dikin, lê dema kêsheya Kurdan li Tirkiyê çareser bibe peywendiyên me yên hevbesh dê bashtir bibin.

PUKmedia

Antworten

« zurück zum Forum