Barkey: Dibe ku ciwanên kurd serî hildin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Barkey: Dibe ku ciwanên kurd serî hildin

von GulaKurdistane am 01.11.2010 17:12

Hewlêr, 1 Mijdar (AKnews) – Pîsporê saziya ramanê Carnegie Endowment For International Peace ya li Amerîkayê Henri J. Barkey got, zarokên malbatên kurdên ku di salên 1990î de neçarî koçberiyê bûne, dibe ku li Tirkiyeyê bibin sedema serhildanê.

Barkey, derbarî mijarê de daxuyanî da rojnameya Ak$amê û got, li Tirkiyeyê guherînên mezin hene û kurd jî êdî cihêtî naxwazin, xweseriyê dixwazin. Barkey got, nex$eya demografîk a cihbûna nifûsa kurd guheriye û wiha dom kir:

“Kurdan, warên xwe yên bav û kalan berdan û neçarî koçberiya bajarên Mêrsîn, Edene, Antalya û Stenbolê bûn. Bo kurdan herêma Ba$ûra Rojavayê girîng e, lê têvelbûna nifûsê destê wan bihêz dike. Ger, di salên bê de, kurdên ku li Stenbolê ne hi$yar bin û bilivin, dê bikaribin zextê deynin. Ev hem bo dengan û hem jî bo tundiyê dibe ku pêk were.”

Henri J. Barkey, destnî$an kir ku, her roj di berbajarên Stenbolê de bûyer diqewimin û BDPiyan jêre gotine, “Em êdî nikarin ciwanan zept bikin.” Barkey got, wî di salên 1990î de li Stenbolê $ahidiya jiyana zehmet a kurdan kiriye û wiha domand:

“Bavê malê, di demjimêra 5 a sibehiya rojê radibû û bi guhertina pênc otobusan digihî$t karê xwe. Niha zarokên wan 16 û 17 salî ne û dema wan a sorbûnê ye. Zeptkirina wan ciwanan pir zehmet e. Ger li Tirkiyeyê, kê$eya kurd û tirkan derkeve ji wan dê derkeve. Di her du aliyan de jî girseyên ku nayên zeptkirin hene. Li Filistînê întîfada bi qezayeke trafîkê dest pê kir. Frêna kamyona îsraîliyek teqiya û bi wesayîteke filistîniyek qelibî. Îzdîham veguherî serhildanê. Li Tirkiyeyê jî dibe ku ev biqewimin.”

Barkey, delîlên doza KCKê ku didome wek “pûç û vala” bi nav kirin û domand, “Delîl nîn in, lê dixuye ku dewletê ev yek fêm kiriye, ‘Li vê derê bûyereke pir girîng heye. Kurd di warê siyasî de xwe pir ba$ organîze dikin...’ Aliyeke dîtir a daxwaza xweseriya demokratîk jî heye. Têko$în didome, lê rê û rebaz diguhêrin.”

Barkey, destnî$an kir ku, biryara “bêçalaktiyê” ku PKKê îlan kiribû û duh bi dawî hatibû divê bidome û pirsgirêka kurd bi destûra niha çareser nabe û pêde çû, “Divê ji serî heta binî destûra bingehîn bête guhertin.”

Ser pirsa, “Bi ya we, çareserkirina pirsa kurd dê çiqas dirêj bike?” jî, Barkey wiha axivî:

“Ev pêvajoyeke dûr û dirêj e. Ez behsa 15-20 salan dikim. Tirkiyeya ku pirsgirêka kurd çareser nekiriye, nemimkune têkeve Yekitiya Ewropayê (YE). Ewropa bi pirsgirêkeke wiha tu welatê nagre nav xwe.”

Barkey got, bo çareseriyê, jî bo PKKiyan derxistina bex$înê $ert e û tenê Abdullah Ocalan dikare yên li çiyê ne daxîne û divê di pêvajoyê de hê aktîfbûn hebe.

Barkey, bi karbidestê payebilindê CIAyê Graham Fuller re pirtûka bi navê “Pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê (Turkey’s Kurdish Questions)” nivîsnadibû û li Tirkiyeyê bi awayekî baldar hatibû pê$wazîkirin.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum