Baweriya Kurdan bi sozên Esad nayê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Baweriya Kurdan bi sozên Esad nayê

von Biji_Kurdistan am 31.07.2010 16:48



Roja 17 tîrmehê serokkomarê sûriyê ligel jimarek rojnamevanên tirk li $ame civiya û behsa kurdan û pkk ê kir. Esad ragihand ku ger (1500) endamên pkk ê yên Kurdên sûriyê amade ye wan hembêz bike.Esad got:Kurd li sûriyê û tirkiyê ne ge$tyar in ûne mêvwnên demkî ne, lê be$kî serekî ji tevna civaka van herdû welet in û dvê pirsa wan bi riya diyalogê bê çareserkirin.
nêzîka 1500-200 endamên pkk ê ji Kurdên sûriyê ne.
ger $er hat rawestandin û çareseriya siyasî destpê kir,çareseriya van kesan ne diyar e.
niha sûriyê dibêje emê wan vehewînin,le berpirsê partiye civaka demokratîk (pvd) ê Ewrûpa ebdulselam mistefa bo rûdawê diyar dike ku armanca sûriyê ne çareserkirina pirsgirêka Kurd e,razîkirina tirkiyê ye:sûriyê dixwaze tirkiyê navbênkariyê di navbera wê û îsrailê de bike loma xwe nerm dike himberî tirkiyê.
sûriyê nikare bi awayekî serbixwe biryaran bide nemaze derheqê Kurdan de.
kilîta çareserkirina pirsgirêka Kurd li tirkiyê ye.
Di dema dawî de,tirkiyê û serokwezîrê wê Erdogan Karîbûm pêgeheke xwe ya bihêz di nav cîhana îslamî û Ereban de dirust bike û bandora wê zêdetir li ser sûriyê dibe.
Niha Ereb wek ku selaheddîn be,berê xwe didin Erdogan.
derbarê daxwiyaniya Esad ku dibêje Kurd be$ekî resen in ji civaka sûriyê, Ebdulselam mistefa da zanîn ku ey tenê axaftin in û bo aramkirina Kurdan in û divê di partîkê de bên îspatkirin:Eger gavên pratîk neyên avêtin em ji van sozan êdî bawer nakin.
Esad dixwaze kelandina ku li sûriyê û nayçê heye bi vî awayî vemirîne berî ku teqînek pêk bê.
Ew dibêje Kurd xwediyên vî welatî ne,naxwe çima 400 hezar Kurden bê naqsname heta niha dihêle û wan wek welatiyên xwe qebûl nake? çima rew$a xerab a navçeyên Kurdi ba$tir nake?
navbirî tekez kir ku sûriyê ti$tê tirkiyê jê dixwaze pêktîne û domand :pirsgirEka Kurd li herçar parçeyen bihev re girêdayî ye. Ger tirkiyê gavan bavêje.Esad ji alîkî de dibêje dive pirsgirêk bê çareserkirin û ji aliyê din ve jî dibêje emê peymanên ewlekariyê ligel tirkiyê xurttir bikin,ev paradoks e.
sûriyê dixwaze tirkiyê razî bike wek mînak berî demekê tirkiyê operasyonek dijî BDP ê çê kir û nêzîka 500 kesan girt,pi$ti wê bi 7end rojan sûriyê jî êrî$ kir û 7end hevalên me girtin. Sûriyê îro bûye qereqoleke tirkan.
Lê mistefa ew nûçeyên ku nêzîka 400 endamên PYD di dema dawî de hatin girtin red kir û wiha pêde çû:ti$tekî wiha nehatiye kirin.
Niha nêzîka350-400 endamên me girtî hene lê ji pi$tî serhildana 2005 an ve û heta niha hatine girtin.
Endamê bizava îslamî ya Azad û serbixwe li sûriyê mûmin mihemed nedîm Kuwêfatiye,bo rûdawê destnî$an kir ku daxwiyaniyên Esad tenê bo medya ne û ti$tekî pratîkî li pey wan tune:divê be$ar destpêkê pirsgirêkên navxweyî çareser bike .Ger dibêje divê pirsgirêka Kurd û pkk li tirkiyê bi riya diyalogê bê çareserkirin,êdî jiber çi diyallogê ligel hêz û rêxistinên Kurd li sûriyê nake?Dive pirsgirêkên sûriyê yên pir çareser bike.
Navbirî ku berê endamê gruba îxwan misilmîn bû û bi sezaya darvekirinê hatiye mehkumkirin gotin be$ar ku Kurd be$ek in ji tevna sûriyê wiha rave kir:Ki dixwaze bila bixwaze û Kî naxwaze jî bila nexwaze lê Kurd li sûriyê be$eakî resenên vî welatî ne û pêkhateyeke civaka sûriyê ne .
Ger tu berê xwe bidî rew$a kurdan li sûriyê tuyê durûtiya Esad bi awayekî e$kera bibînî .
beriya du salan biryara 49 derket û kurd ji mafê mulkdariyêr bêbe$ kirin.
Esad dibê divê riya diyalog û demokrasiyê bê me$andin lê berî çend rojan mirovekî 80 salî (heysem malih)û du keçên biçûk ku hê temenê wan nebûye 20 sal xistin girtîgehê.êdî mirov hêviya çi ji hikumeteke wiha bike.Divê Kurd û beriya wan Ereb jî tu hêviyan liser soz û daxwiyaniyên Esad aya nekin û êdî bi van ti$tan neyên xapandin.


writing from RÛDAW

Antworten Zuletzt bearbeitet am 02.08.2010 15:15.

« zurück zum Forum