Baydemir: Amerîkayê beyzbol ji Kurdan girtiye
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Baydemir: Amerîkayê beyzbol ji Kurdan girtiye
von Kurdewari am 14.11.2010 12:09Baydemir: Amerîkayê beyzbol ji Kurdan girtiye
Rizgarî Online/ Sharedarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir, li bajarê xwe bêshdarî tûrnovaya yekem ya pêshbirka birê bû û li vê derê anî zimên ku, li gor hin dîtinan, Amerîkayê, beyzbol ji Kurdan girtiye. Baydemir, ji bo ku lîstika birê a kevin ya Kurdan hîn bashtir bide naskirin û di nava gel de zêdetir bê leyistin, ji gundên derûdora Amedê 9 taximên cuda berhev kir û dûre bera hev dan. Baydemir, di çarçoveya xebatên Midûriyeta Bajêr ya Werzîshî û Ciwanî de taximên birê derxistin sehayê û bi fîtikandina pîzpîzoka xwe pêshbirk da destpêkirin.
Baydemir, bi munasebeta pêshbirkê li ser lîstika birê hin agahî dan çapemeniyê û weha axifî: ’’…Di lîstikê de hertisht vekirî ye, lê sharezatî dixwaze. Divê lîstikvan kesên reqîbê xwe hêrs bike, wî bikshîne qadên vala û qeleyê zeft bike. Di vê lîstikê de hemû bedena mirov di nav tevgerandinekê de ye. Li gor min, ev lîstîk dê bibe lîstika siberojê. Me li çend gundan lîstika birê girt kamerayê û me anî li Amedê raxist ser mase, da ku em qaydeyên wê derxînin meydanê. Me li gor van qaydeyan stîlek da lîstikê. Li herêmê, ji bilî birê, herweha lîstikên wek Gogê û Goga Garanî hene. Heta tê gotin ku, Amerîkayê beyzbol ji me Kurdan girtiye…. ’’
Rizgarî